Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Berdewambûna gurkirina leşkerî ya hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî û dagîrkerên Rûsî li ser bajar û bajarok û gundên Idlib û Hemayê binpêkirina peymana Idlib e, her weha êrîş bi xwe tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovîniyê ne, çimkî dijî sivîlan in jî, û bi taybetî jin û zarokan.
Bombebarana asmanî ya ko firokên Rûsya duhî li ser bajar û bajarokên corbicor yên gundewarê Idlib û Hemayê, şehîd û birîndar xistin, û jin û zarok di nav birîndaran de hebûn.
Bombebaranê bajarê Cisir Elşixûr û gundên Elhamidiyê û Elşêx Mistefa û derdorê bajarokê Bisîda û Til As li gundewarê Idlib her weha topbaran giha bajarê Xan Şêxûn li Idlib û bajarê Kefer Zêta, Morik, Elletaminê û gundên Mierbike, Letmîn, Misraya, Elzekat û Elerbeîn û bajarok û gundên Elsihriyê, Elhiwêz, Eeltiwêne, Elşerîe, Sehab, Elhiwêce, Qîrate û Şehrenaz li gundewarê Hemayê amanc kirin.
Di vê rewşê de helwestine kartêker ji hemû dewletên têkildar têne xwestin her weha ew civaka navdewletî dike ber berpirsiyariyên wan bo parastin û ewlehiya cîhanî, û giring e bo rawestandina tawankariyên cengê têwerdanê bikin û lêpirsînê digel tawankaran bikin.
Rêjîm û hevalbendên wê di binpêkirina peymanan û biryarên navdewletî û pêkanîna tawakariyan û cîbicîkirina kampaniyên gurkirina êrîşan de berdewam e, û bizavên navdewletî yên ber bi çareseriyê ve asteng dike tako çi çareseriyên siyasî pêk neyên.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Birêveberiya Mîdya û Ragehandinê
21.03.2019