Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, kampanya duhî roja çarşemê (24’ê nîsanê) ya ji aliyê artêşa Libnanê li ser kampa “Yasmîn” ya biser Yekîtiya Komeleyên Alîkarî û Geşepêdanê û wêrankirina wê şermezar dike.
Karê vê kampê nimûneyî ye, û xizmetgozariyan di rewşên awarte de pêşkêş dike, û karê wê bi rêkeftin ligel Wezareta Hundir ya Libnanê û ajansa penaberan ya NY dibe, lewra êrîşkariya li ser û wêrankirina wê bi wî awayî dibe binpêkirinek ji yasayê re û berovajî peymanên navnetewî ye, tevî ku binpêkirinek eşkere ye ji peymanên navnetewî re yên taybet bi penaberan.
Divê rayedarên Libnanê rabin bi lêpirsîneke fermî li hember vê tawankariyê û serbestberdana kesên hatin binçavkirin û qerebokirina hemû kesên zeremend, çi penaber bin yan jî rêxistinên xêrxwazî bin, û divê kar bibe ji bo standina hemû gavên pêwîst ji bo darizandina kesên berpirsiyar û nehêlana dubarekirina wê bi ti reng û awayî.
Ev reftar karekî beltecî û rengek ji rengê terorê ye, bi armanca peydakirina tirs û terorê di dilê penaberan de û zêdekirina fişaran li ser wan û bêparkirina wan ji mafên yasayî, herwiha ev yek weke gaveke nû xuya dibe ji bo girtina riyên jiyanê li pêşiya pensberên Sûrî yên li Libnanê, ji ber ku wêrankirina van çadirên taybet bi rewşên tengav dikeve di çarçoveya zêdekirina fişara li ser penaberan û rêxistinên xêrxwazî weke destpêk ji bo pêkanîna kampanyayên nû yên vegerandina penaberan bi zorê.
Hevbendî careke din hewldanên ji bo vegerandina penaberên Sûrî bi darê zorê û fişara li ser wan ji bo vegerin li Sûriyê di rewşa niha de di bin rîsk û metirsiya ji aliyê rejîmê û çekdarên terorîst yên wî, û Hizbullah û Pasdarên Îranê şermezar dike, û hevdem tekez dike ku ev hewldan berovajî yasa navnetewî ne û her hewldanek di vê çarçoveyê de pêwîstî bi amadekirina rewşeke guncayî heye ji bo şert û mercên vegera bi dilxwazî û bi rûmet di çarçoveya çareseriya siyasî ya rastqîn de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
25.04.2019