Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Teqîna terorîstî ya îro li dijî Xalid Dîbo, serokê encumena xwecihiya bajarê Axtirin li deşta bakurê Helebê, bû sedema birîna lingekî wî, tevî ku berî niha jî rastî hewldana teqîneke din bibû, lê ma berdewam li ser karê xwe, û îro jî dîsa em hêviya vê yekê ji wî dikin, herwiha otombêleke din ya taybet li pêşiya mala melayê mizgeftekê hat teqandin û mele bi sivikî birîndar bû.
Dupat bû ku tawan û hewldanên terorîstî yên ji bo têkdana jiyana sivîlan û belavkirina ajawegeriyê li çend salên borî; nikarin vîna gelê Sûriyê bişkinin, û ew bi tenê hewldanin bêhêvî û têkçûyî ne, û tawanên teroristan û şanikên wan ên veşartî wê bi ser nekevin di jikarxistin û rawestandina pêvajoya avakirin û azadiyê de, ya ku kesên birûmet û azadîxwazên Sûriyê berpirsiyariya wê weke erk dibînin û ji bo wê xwîn û jiyana xwe didin.
Em dubare bang li hemû aliyên civaka navnetewî dikin ji bo şermezarkirina êrişên terorîstî yên berdewam li Sûriyê, ligel bizaveke astbilind ji bo alîkarîkirina sepandina ewlekarî û piştgiriya çareseriya siyasî û bi hemû şêweyan ji ber ku ew take-bersiv e ku dikare terorîzmê jinav bibe, û siyaseta temaşekirina ji dûr ve, ya ji kîsê ewlehî û aramiya sivîlan ne, bidawî bibe.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
25.06.2019