Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û piştî xwendina wê ji rêkeftina başûr re ya li heftê heyvê hatî ragihandin dibîne:
1. Çi alternatîvek ji çareseriya siyasî ya giştgîr re nine, ya ligor biryarên dadvaniya navdewletî, ya ji daxuyaniya Cinêv1 dest pê dike, û bi biryarên navdewletî yên din yên taybet bi Sûriyê bidawî dibe, û Hevbendî pabendiya xwe bi wan biryaran radigihîne û amadehiya xwe li hember berpirsyaretiyên xwe nîşan dide, û dibîne ku hîç mifayek nîne ji berdewamiya danustandinên ligel çareseriyên parçekirî û yên nakevin di çarçovê NY û biryarên wê de. Herwiha nabe mana gelê Sûriyê û nûnerê wê rewa ji derveyê çarçova rêkeftin û danustandinên girêdayî bi serweriya Sûriyê û paşeroja wê ve bête pesendkirin.
2. Gelê elê Sûrî û şoreşa wî ya li dijî rijêma stimkarî û terorîstiyê, yekem û mezintirîn ziyan li wan bûn ji ber terorê û ji rêxistinên terorîst yên ciyawaz, û artêşa azad û hêzên şoreşê di rûyê hêzên terrorist de derketin wek yên DAIŞê û Rijêmê û milîsên din yên terorîst yên hatine anîn, û li hember wan di şeran de qurbaniyên mezin dan ku heta niha şer li dijî wan berdewam e.
Em tekez dikin ku şerê li dijî DAIŞ û Elqai’îde û jinavbirina tundrewî û terorê û rêxistinên wê li Sûriyê û navçeyê armancek stratîjîk ya gelê Sûriyê ye, û herwiha tekez dikin ku serkeftin li ser wan nabe bê çareserkirina sedem û binyatên terorê, ku rijêma zordar û gendel giringtîrin sedem e, û çareserî diçespe bi dabînkirina çareseriya siyasî û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo azadiyê û avakirina sîstemek demokratîk û ferehalî. Lewra Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiyê dibîne ku pêwîst e dijberiya terorê hevdem be ligel cêbicêkirina biryarên NY û sepandina çaresriya siyasî ya hêjî tête red kirin ji aliyê rijêma zordar û mezhebî, bi awayekî ku dijberiya terorê dibe beşekî temamker jê re.
3. Pêvajoya bûyeran li welatê me diyar dike ku guhertinên berçav di ser helwestên hin dewletan yên bi ser dostên gelê Sûriyê ve, derbarê koka çareseriya siyasî û dema wê û helwesta ji serok û berpirsên bilind yên Rijêmê, ku hewldan dibin ji bo yasayîkirina Rijêmê li jêr behaneya dijberiya terorê.
4. Her rêkeftinek bibe sedemê rawestandina tundutûjiyê û kuştin û wêraniyê di derheqa gel û welat de ew bi xwe pêgavek erênî ye, lê dibe ku ew yek giştgîr be li tevaya xaka Sûriyê û dibe ew yek bi çavdariyek mikom bibe, û binpêkerên wê bêne sizakirin û herwiha bibe fakterê rakirina dorpêçkirinê ji ser bajar û navçeyên Sûriyê yên dorpêçkirî, û rê bête dan bo derbaskirina karwanên alîkariyan û serbestberdana sercem girtiyên di girtîgehan de û herwiha aşkerekirina çarenivîsa bêseruşûnan û derketina sercem hêz û milîsên bêyanî û vegera koçber û penaberan bo cih û warên xwe, ku ev yek pêgaveke nayê cudakirin ji pêvajoya çareseriya siyasî ya giştgîr.
5. Em bi tirs û nîgeranin li hember rêkeftina başûr, ku çavdêrên wê ji xwe dikin behane ku ew bêyî hebûna Îranê wek aliyekê gerantor hatiye pêkanîn, û em li hember vê rêkeftinê van xalan tomar dikin:
A. Peydakirina cudahiyan di navbera bakur û başûrê Sûriyê de, bi veqetandina hin hêzên başûr ji yên bakur.
B. Dîtina pêvajoyek din dûr ji Cinêv û çavdêriya NY.
C. Bihêzkirina navçeyên desteserkirî yên bi awayên ciyawaz li welat hene, ku amadekarî dibin ji bo avakirina statuyên redkirî ku dibin hokarê peydabûna parçekirina xaka Sûriyê û dibin gef bi sepandina ketwarên nû.
D. Di dema em dibînin ku pêwîst e ev rêkeftin bibe beşek yan derfet bo çateseriyek siyasî ya giştgîr, hevdem em ji Amerîka û Ji Rûsiya wek du aliyên piroseya siyasî daxwaz dikin ku bi tevayî rêkbikevin û netenê li ser mijarên biçûk, û herwiha li hev bikin li ser sepandina çareseriya siyasî ya li gor biryarên NY, û neçarkirina rijêma zordar li ser ku pabend be ji bo bidawîkirina terajadiya gelê Sûriyê û dabînkirina veguhestina siyasî ber bi sîstemek alternatîv, ber bi dewletek sivîl û demokrat ku têde hemû welatî yeksan bin li ser binyatê welatîbûnê û ligor destûrek hevçerx bi destê gelê Sûriyê bête dariştin û bi rapirsîn bête pesindkirin.
6. Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiyê qebûl nake bimîne dûr ji beşdariya her rêkeftinekê taybet be bi rêveberiya navçeyên rizgarkirî ji hêzên terorîst, hevdem radigehîne ku bi tevî dezgehên xwe ku ji mafê wê ye bi erkê rêveberina navçeyên rizgarkirî ji dest terorê û erkê karubarê xizmetgozarî û samanên dewletê rabe , hevdem ku dem hatiye ji bo standina biryara me ya niştimanî û beşdariya aktîv di her mijarekê taybet bi çarenivîsa gel û welatê me.
Şikodarî ji bo şehîdan û
Saxî ji bo birîndaran û
Azadî ji girtiyan re
Serkeftin ji gelê Sûriyê û ji şoreşa wî re
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Desteya siyasî
13 tîrmeh 2017