Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rêxistina “Human Rights Watch” bikaranîna çekên kêmyayî li dawiya sala bûrî ji aliyên milîsên Rijêmê li dijî nişteciyên bajarê Helebê tekez kir.
Û Rêxistinê di raporta xwe de gotiye ku bombeyên kilorê bi kêmahî heşt caran ji aliyê hilîkopterên Rijêmê bi ser taxên nişteciyan de hatine avêtin, û da zanîn ku ev yek aşkera dike ku êrîş bi pilan û rêkupêk hatine pêkanîn, bi mebest û armanca kuştin û koçberkirina sivîlan û kontrolkirina bajêr.
Ev raport tê danîn li ber Encûmena Asayîşa Navdewletî, ya biryara 2118 an di demek pêştir de dabû, û paşî biryara 2209 derxistibû ku têde her bikaranîna leşkerî ya gaza kilorê hatibû şermezarkirin, û di tekesta wê de hatibû ku di dema ku pabendî pê nebe wê rêşûn bêne sepandin li gor benda heftan ya peyman-nameya NY.
Herwiha zaniyarên raportê tên pêşkêşkirin ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kêmyayî û “Şanda lêkolîna hevbeş” re, ya kar ji aliyê encûmena asayîşê pê hatiye spartin, ku carek din bi awayekî rijd bi lêkolînan rabin, û girêdana wan bi encamên lêkolîna berê re ya heyva çiriya pêşî, ya ku têde berpirsyaretiya hêzên Rijêmê hatibû di ber bikaranîna gaza kilorê wek çekê kêmyayî bi kêmahî di sê êrîşan de, di navbera herdu salên 2014 û 2015 an de.
Dubare Hevbendî tekeziyê dike li ser giringiya pêşkêşkirina van lêkolînan û raportên wek wê, tevî raporta “qesabxaneya mirovan” ya li vê dawiyê ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navdewletî derket, bo dadgeha tawanên navdewletî, ji bo gerantîkirina dadgehkirina berpirsyarên tawanên dijemirov û tawanên şer, û Hevbendî dubare balê dikşîne li ser giringiya aktîvkirina standina rêşûnên dadwerî li ser binyatê heman mêkanîzma NY ya biryara li ser hatî standin ji aliyê komeleya giştî ya NY di roja 21 çileya pêşiyê di sala 2016 an de, ya encamdana lêkolînan û dûvçûna encamderên tawanan li Sûriyê têde hatibû.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Bazinê Ragihandinê
15 reşemeh 2017