Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê , tawankariya ko îro berbangê li bajarokê Tilhediyê li gundewarê Helebê çêbû pirotesto û red dike, ya ko di encamê wê de 5 kes şehîd ketin û çendên din ji endamên tîma berevaniya sivîl birîndar bûne.
Hevbendiya Niştimanî serxweşiyê li malnatên şehîdan û rêkxistina kumên spî û hemû karmendên karta berevaniya sivîl li derverên corbicor li Sûriyê dike, û tekez dike ko gunehkarê ko ev tawankarî û yên wek wê kirine wê cihê peyketin û lêpirsîn û sizayê be.
Hevbendiya Niştimanî dibêje giring e bizav bêtir bibin tako ewlehî li deverên corbicor yên gundewarê Helebê û Idlib vegere û daxwazê ji hemû hevwelatiyan dike ko piştgiriya dezgehên desthilata Sûriyê ya demkî û alayên artêşa azad bikin û digel wan hevkar bin da ewlehî dabîn bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha ragihandinê
26.05.2018