Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi carekî red dike ku ti kesê fermî serdana Îsraîlê kiribe.
Ew kesên serdana dagîrkariya Îsraîlê kirine, weke di raportên medyayê de hatiye, ti peyvendiya wan ligel opozisyonê nîne, û ti girêdana wan bi hêzên şoreşa Sûriyê re û nûneriya wan di deste û komîtên şoreşê de tuneye.
Her welatiyekî sûrî yê birûmet nikare kiryareke bi vî rengî bike, li gel desthilateke dagîrker, ku serweriya yasa navnetewî red dike, û berdewamiyê dide bijaredyên xwe yên li ser binyatê zilm û zordariyê.
Û jirêçûna hinek kesan bandorê li helwesta gelê me yê Sûrî û ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li hember vê doza çarenivîsî nake, helwest û prensîbên me xuya ne, li ser qanûnên navneteweyî hatine avakirin, û palpiştiya mafê gelê Sûriyê dikin bo standina erdên xwe yên dagîrkirî bi hemû rêyên durist û rewa, û pêkanîna aşitiya dadane û giştgîr li herêmê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
25.06.2019