Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Derencama teqîna tiroristî ya pirotestokirî ya ko bazarek li hindirê bajarê Til Ebyed amanc kir, 15 şehîd ji nav wan zarok û jin û bêtir ji 20 kesan birîndar bûne, û mal û millk û dikan têk çûne.
Tawana tiroristî piştî çend rojan ji teqîna li bajarê Efrîn çêbû, ko di encama wê de 10 şehîd û bi dehan birîndar, û çend operasiyonên din ko ew hewildanin nebaş in, dixwazin bêserûberiyê belav bikin û nehêlin peymanên bi herêma aram ve ya li bakurê Sûriyê têkildar pêk bên.
Vekolîn dê pey torên tawanan bikevin û dê wan aliyiyên li pey wan û piştgiriya tiroristiyê dikin û sivîlan amanc dikin jî aşkere bikin.
Piştgirên tiroristiyê amancên xwe pêk nayinin, di rêya van bijardeyên xwe yên tirsok de ko sivîlan amanc dikin, ew aşkere dike ko dijminên miletê Sûrî bêtişt mane, bizava me dê li ser têkbirina çi hewildanê ko pirojeyê herêma aram têk bide, û nehêlin ew kesên li malên xwe koçber bûne vegerin.
Artêşa niştimanî ya Sûrî dê di cîbicîkirina berpirsiyariyên xwe de berdewam be, û dê pey milîtanên tirorist bikeve, hêzên me di bilindtirîn ast de amade ne û hemû karîn dibin tako tirorist derbasî herêmên zindîdar nebin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriy
fermanberiya Medya û ragehandinê
02.11.2019