Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, xweşhaliya xwe diyar dike, bi biryara Birîtanyayê ya derbarê xistina rêxistina Hizbullah, bi tevaya beşên wê, di lîsteya rêxistinên terrorist de, biryara dihêle tevaya endamên van milîsnan têkevin ber sizayên vê yasayê de, herweha piştgirên wan û kesên alîkariya darayî bi wan re dikin, û bilokkirina pereyên wan di bankan de.
Tewankariyên vê rêxistina terrorist a mafyakarî li dijî gelê Sûriyê pir mezin û bobelatî ne, û serkirdeyên wê berpirsyar in di ber kuştina bidehên hezarên şehîdan ji zarok û jin û kal û pîran, û dive pêngavine yasayî bêne avêtin ji bo sizakirina vê rêxistinê.
Derengmayîna desthilatên cîhanê û rêxistinên navdewletî di girtina helwestên piransîbî ji vê rêxistinê û rêxistinên bi vî şêweyî û dewletên piştgiriya wan dikin, dihêle kirîz mezintir bibe, û hejmarên mezintir ji qurbaniyan çêbibin, bê ku ti behane hebe.
Gelê Sûriyê û tevaya gelên deverê, bendewarên bidawîkirina rola vê rêxistinê ne, ya ku wek desteka rijêma Îranê li deverê tê dîtin, ji bo bidawîanîa bobeletên ku vê rêxistinê li herêmê çêkirine.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendîyan
17 kanûna paşîn 2020