Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rijêm bi piştgiriya milîsên Îranê û dagîrkariya Rûsî, êrîşeke terorîstî ya berfireh li ser Xûta rojhilat pêk tîne, ji encamê 98 kes şehîd ketine û bi dehan kes heta vê gavê bêseruşûn in, bi sedema êrîşên li çend demjimêrên borî.
Mebest ji berdewamiya van zêdegaviyan jinavbirina çareseriya siyasî ye, û xuyaye ku Rûsiya dixwaze piroseya siyasî ya ligor lêvegerên navdewletî binax bike, nemaze piştî ragihandina wê ji pirçekirina hêzên Rijêmê re bi çekên pêşkeftî ji bo cêbicêkirina oparesyoneke leşkerî li Xûta rojhilat.
Êrîşa niha gurkirinek metirsîdar e, ku zêdetir ji 70 êrîşên esmanî ji aliyê firokên Rijêmê û dagîrkariya Rûsî hatine pêkanîn û taxên nişteciyan bi 25 bermîlên teqîner û zêdetir ji 150 mûşekên girad û 6 mûşekên fîl hatine bombebarankirin, zêdebarî topbarankirina berdewam bi topxaneyan.
Û hêjî tîmên bergiriya sivîl û tîmên bijîşkî bi karê rizgarkirina xelkê mane asê di nav kavilan de radibin, hevdem ligel baredoxên gelekî metirsîdar û rewşeke mirovî ya felaketgerî li navçeyê peyda bûye bi sedema dorpêçkirina ji çend salan ve.
Li hember van guhertinan, helwestên rasteqîn û bilez têne xwestin ji çavdêrên çareseriya siyasî yên bêdeng û tameşevan û herwiha dewletên dost û yên xwe piştgir ji gelê Sûriyê re bi nav dikin.
Şerê qirkirinê û êrîşên hovane li ser serê xelkê Xûta nedihatin pêkanîn heger ne ji ber bêdengiya navdewletî û dewletên çavdêrên çareseriya siyasî be, ku bêdengiya wan derfet û ronahiya kesk da ji bo pêkanîna van êrîş û tawanan, ku ev yek rola civaka navdewletî ya temeşevan têxe hevparê vê destdirêjiya li ser xelkê Sûriyê.
Hemû endamên civaka navdewletî di ber bêdengî û bêkêriya xwe de berpirsyar in, û di serî de di ber encamên jinavbirina çareseriya siyasî li Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza kar û bizaveke bilez ji konseya ewlekariyê dike, da kar ligor berpirsyaretiya xwe ya yasayî û siyasî û mirovî bike, ji bo parastina 400 hezar sivîlên dorpêçkirî ji 5 salan ve.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
19 reşemeh 2018