Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li ser destê çeteyên zêrevanên komarî yên Bişar Esed ú firqa çaran ya Mahir Esed û hewalgeriya esmanî û milîsên Hesen Nesirulah, zincîrek ji tawanên hovane li dijî sivílên bajarê Dareya li başúrî Şamê di navbera 22-26 tebaxa 2012 an de hatin pêkanîn, ku Dareya bi xetîra şoreşê tê dîtin û ji aliyên ciwanên wê nemûneyên balkêş yên xebata sivîl ya aştîxwaz û bi rêkupêk hatin pêşkêşkirin.
Îro pênc sal li ser wê komkujiya hovane derbas dibin, ya ku têde sivîl bi mebest hatin kuştin, bi firok û gule û bi kêran û serêjêkirinê, ku zêdetir ji 700 sivîlan ji jin ú zarok û binemalan bi tevahî hatin kuştin di komkujiyekê hovane ya kuştinên meydanî de, hevdem ku bi dirêjahiya çend rojan tîmên hawarhatinê rabûn bi rakirina termên qurbaniyan ji bin kavilên xanî ú mizgeftan ú li nav kolanên bajêr.
Ev tawan nemûneyek eşkere ye ji tawankariyên banda Esed û berheviya wan li ser pêkanîna tawan û kiryarên hovane ji bo jinavbirina şoreşê, û îro ev bîranîn derbas dibe piştî çend rojan li ser derbasbûna salekî li ser komkujiya çerxê niha ya komkujiyên li Dareya û bajarokên xûta rojhilat, li sala 2012 bikaranîna gaza sarîn ku bú encamê şehîdbûna zêdetir ji 1400 kesî û bi sedan birîndaran.
Bi derbasbûna salan hêjî tawankar serbestin û radibin bi kopîkirina tawanên nû li pêşberî çav û guhên civaka navdewletî, bi saya piştgirî û hevkariya Îranê û Rûsiya.
Ev komkujî û komkujiyên din yên hatin di derheqa gelê Sûriyê wê bimînin dexmeyeke reş û kirêt e li eniya civaka navdewletî, ya heta nikariye rabe bi erkên xwe li hember rawestandina tawanên berdewam û dadgehkirina berpirsên wan tawanan.
Xelkê Sûriyê wê bimînin wefadar ji xwîna şehîdên xwe re, û wê zêdetir dakokiyê li armancên şoreşa xwe bikin tevî bêkariya navdewletî ya bi dax.
Şekodarî ji şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
27 tebax 2017