Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di tawananek hovane de ya nekêmtir ji tawanên rijêma Esed û milîsên Îranê, duhî ji aliyê firokeke Rûsiya de komelkujiyek li dijî gundewarê Idlibê hat pêkanîn. 20 sivîl têde şehîd ketin piraniya wan jin û zarok in.
Rûsiya û Îran û Rijêm kîna dilê xwe li dijî sivîlan derdixin, wek bersiv li ser pêgava Amerîka ya awarte ya bombebarankirina firokxaneya Elşi’rat ya ku firokên Rijêmê roja sêşemê (4’ê nîsanê) jê rabûn û Xan Şîxon kîmyabaran kirin.
Ev nameya Amerîka ya hatî ji bo sizakirina tawankar , ku ev yekem car e gotinên wê ligel kiryaran dibin yek, pêwîst e Amerîka rê li pêş tolvekirina tawankariya Rûsiya û Rijêm û Îranê û tawanên wan yên berdewam li dijî xelkê Sûriyê bigire, herwiha pêwîst e ev xala wê ya giring nebe derfet bo zêdekirina tawanên xwînrijandina xelkê Sûriyê û binpêkirina yasa navdewletî û piştguhkirina biryarên navdewletî û bikaranîna kiryarên terorîstî di derheqê sivîlan de.
Hevbendî dubare daxwaza avakirina hevpeymaniyek navdewletî ji cîhana pêşketî dike, ji bo rûbirûbûna vê rijêma tawankar û piştivanên wê, û kar bike ji bo bidawîkirina wê û ferzkirina çareseriyek siyasî ya dadperwer û berdewamiya dijberiya terorê bi sercem reng û pergalên wê tevî dijberiya Rijêmê û milîsên mezhebperist, hevdem berpirsyaretiya jidestdana serweriya welat û dagîrkarî û wêrankariya Sûriyê têxe stûyê Rijêmê de.
Şikodarî ji şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
9 nîsan 2017