Daxuyayaniyeke Rojnamevanî
Di çarçoveya pirogramê çaksazîkirinê de yê ko serpereştiya Hevbendiya Niştimanî ya nû pêşkêş kiriye, ji bo xurtkirina rewabûna Hevbendiyê wek dezgehekê ko nûnerîtiya miletê Sûrî û berevaniya şoreşa wî û mafê wî dike, û wek beşek ji pêngavên tavêje ji bo xurtkirin û diristkirina nûnerîtiyê di Hevbendiyê de, û beşdarkirina hemû pêkhatiyên leşkerî û şoreşgerî û siyasî û xwecihî. Desteya siyasî ya Hevbendiyê komîteke taybet damezirand û danûstandin bi alayên leşkerî re kir, ji bo gotûbêjê bi wan re bike derbarê nûnerîtiya wan ya siyasî di Hevbendiyê de, û 12 alayên leşkerî destnîşan kirine li gora pîvanên ko li ser hatiye lihevkirin, û bi wan re danûstandin çêbû piştî ko ji aliyê desteya siyasî ve hate biryardan, û piraniya wan erê kirin ko beşdar bibin, hêj komît li benda erêkirina yên din e, her weha komek kar damezirand ji bo hevrêzkariya hevbeş di navbera Hevbendiyê û hemû hêzên leşkerî de bike.
Di evê pêngava giring de ya ji bo pevgihandina herdu basikên Şoreşê yê siyasî û leşkerî, û nûnerîtiya alayên leşkerî di Hevbendiyê de xurtir bike, desteya siyasî biryarek bi erêkirina tevahiya endaman stand li gora gotina komîta endametiyê û komîta yasayî, ji bo endametiya firakisyona Erkan bidawî bike, ya ko nûnerîtiya Encûmena Leşkerî dikir, ya berê hatiye jiberhevxistin, (ji ber ko bingeha nûneritiya wan bike nîn e) li gora biryara komîta yasayî.
Desteya siyasî ya Hevbendiyê spasiya endamên di dema bûrî de nûnertiya bizava leşkerî dikirin kir, û xweşhaliya xwe diyar kir bi nûneritiya wan ji çi alayî ji alayên hatine pesendkirin re, û dilxwaziya hevkariya bi wan re tekez kir.
Pirogramê çaksazkirinê yê ko serokê Hevbendiya Niştimanî mamoste Riyad Sêf pêşkêş kiriye, û ji hêla desteya siyasî ve hatiye pejirandin, zincîrek ji pêngavan li xwe digire ji bo nûjenkirin sistema bingehîn û xurtkirina beşdarî û hebûna hêzên civaka sivîl û hêzên siyasî, û çêkirina komên kar yên hevbeş û encûmenên xwecihî û partî û desteyên siyasî û yên xortan û hêzên şoreşger û kesayetiyên ramyarî û yên civakî û karsazan. Da beşdarbûneke berfirehtir di biryara niştimanî Sûrî de dabîn bike, digel pirinsîba zelalî û lêpirsînê, û haydarkirina raya giştî ya Sûrî bi pêvajoya karê siyasî û astengî û rewşa wê, bi awayekî ko bawriya kolana Sûrî bi şoreşê û desteyên wê yên niştimanperwer bîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
31.05.2017