Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Bikaranîna nû ji mafê redkirinê Vîto re ji aliyê Rûsiya û Sînê ve, dijî pirojebiryareke nû ya hewla rizgarkirina çarçoveya alîkariyên mirovî di riya sînor re dide, riftareke tewankarî ya neberpirsyane ye.
Rola dagîrkeriya Rûsî ya jikarxistina vê rêxistina navdewletî beşdariyek mezin di mezinkirina bobelatê de ye, ev veberhênana li ser êş û azarên gelê Sûriyê giyaye asteke pir şerm, ev terorîstiyeke siyasî ya rêxistî ye, li pêş çavê endamên Encumena Ewlekariyê bi rengekî dubare dibe.
Divê aliyên din ên Civaka Navdewletî berpirsyariyên xwe derbarê tiştê ku dibe hilgirin, çênabe em pêşbîn bikin ku Rêjîm û hevalbendên wê dijî xwe kar bikin, lê em ji aliyên navdewletî yên çavdêriya aşitî û dîmoqrasî û azadiyê dikin pêşbîn dikin ku pabendiyê bi piransîbên xwe bikin, û rola xwe di piştgiriya mafê gelan de û rawestandina bobelata mirovahî ya li ser xakê ji berî çend salan ve dibe bikar bînin.
Dezgehên ku li ser dosiya alîkariyan kar dikin, metirsiyên birrîna piştgiriyê û encamên bobelatî yên ku heye bibin, eger ew alîkarî di riya derwazên sînorî yên di bin destê Rêjîmê tenê de bin dizanin.
Saziya Navdewletî nikare bi vê rola xwe ya lawaz di vê şanoya têkçûyî de rabe, ew şanoya ku her dem li Encumena Ewlekariyê pêşkêş dibe, û her car bi Vîtoke Rûsî yê nû bi dawî dibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza mîkanîzmeke navdewletî ya ji dervî Encumena Ewlekariyê be dike, da bihêle derbaskirina alîkariyên mirovî bi rengekî hevseng û zelal bibe, da ew alîkarî bighên hewcedarên rasteqîn, û di heman demê de dawiyekê ji tewana berdewam dijî gelê Sûriyê re ferz bike, da bighên sizadana kesên tewanên dijî mirovahiyê û tewanên cengê û terorê li Sûriyê kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
11 tîrmeh 2020