Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekeziyê li ser piştgiriya xwe dike ji bo azadiya miletan û mafên wan di jiyaneke birûmet de li jêr hikumkraniyeke dadmend ya li ser dadperewerî û azadiyê û yeksaniyê avakirî be, û têde berpirs berpirsyar bin li pêş damudezgehên rasteqîn û helbijartî.
Hevbendî cext dike ku tawankarî û serkutkirina bêdilovanî ya rijêma Îranê pêrew dike li dijî xwepêşenderan, nabe fakterê peydabûna çareseriyê bo ti kêşeyê, eger ew kêşe ji koka xwe de çareser nebin, hevdem ev siyasetên tepeseriyê nikarin milet bêdeng bikin, û sedemê nerazîbûna milet bi dawî nabe, yên careke din dubarebûyîn ji ber berdewamiya stem û gendeliyê û nijadperistiyê, ku ew bi xwe binyata giştî ya rêveberiya damudezgehên siyasî û abûrî yên heman rijêmê ne, û bi sedema wê eve çendîn car li Îranê ev nerazîbûn dubare bûne, ji wan şoreşa kesik ya li sala 2009’an, û xwepêşandanên sala 2011’an û serhildana Mehebadê li sala 2015’an.
Rijêma Îranê azadiya raderbirînê bi carekî qedexe kiriye, û li jêr behaneya “berxwedanê” û her bîruboçûneke ciyawaz bi xiyanet binav dike, û rewşenbîr û kesayetiyên niştimanperwer yên opozisyonê dixe zindanan û eşkence û lêdanê di derheqê girtiyên siyasî de bikar tîne, û hevdem nikare ber bi hîç guhertineke erênî biçe di siyaseta xwe ya navxweyî û derveyî de, û welat ber bi karestakê dibe wek heman karesta li navçeyê bi siyasetên xwe yên tawankarî û bizavên xwe yên ji bo belavkirina terorê peyda kiriye.
Rijêma Îranê siyaseta xwe pêrew dike li ser binemayê hinartina qeyranên navxweyî bi rêka peydakirina şer û nakokiyan, û tevî piştgiriya rasterast ya ji bo rijêma Esed li dijî daxwazên miletê Sûriyê, û beşdariya wê ya bi dirêjahiya çend salan bi rêka piştgiriya leşkerî û şandina milîsên mezhebperist di rijandina xwîna xelkê Sûriyê de û hewlên wê yên berdewam bo cîbicîkirina pirojeyê guhertina demografî li Sûriyê, û encamdana kiryarên pakirina nijadperestî û mezhebî, û belavkirina bîruboçûnên tundrew li Îraq û Yemen û li çend navçeyên din.
Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji xebata aştiyane ya miletê Îranê re dupat dike, hevdem dide zanîn ku bi dirêjahiya salan miletê Îranê rastî stem û zordestî û hejariyê hatiye û pir zerermend bûye bi sedema siyasetên dijminxwaziyê yên rijêma Îranê ya dijî miletê xwe û milet û dewletên navçeyê, û helakirina mal û samanên welat ji bo şer û nakokî û piştgirî û peydakirina girûp û tîmên teror û kuştinê, û pêdiviye ku ev siyaset wek mercekî serekî yê pêşwext rawestin, da Îran vegere rola xwe ya erênî ya li ser binemayê rêzgirtina li vîn û îradeya miletan û berjewendiyên hevbeş.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
1 çilê paşî 2018