Daxuyaneke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî zincîra teqînên terorîstî yên li dijî bajar û bajarokên Izaz, Bab û Elrahî li bakurê Helebê şermezar dike, ku bûne sedema şehîdbûna 5 kesan, di nav de zarok, û bi dehan kes birîndar kirin, û tevî wêraniyeke mezin li mal û milkên xelkê.
Yek ji teqînan li nêzîkî ofîsa encumena parêzgeha Helebê li bajarê Izaz û ofîsa navenda hikûmeta demkî ya Sûrîyê, di dema bestina civata encumena wezîran hat pêkanîn, ku polîsên azad karîn bombeyekê bi motorsîklekî ve vedayî ji kar bixin.
Ev teqînên terorîstî û tawankarî, xwezaya hêzên terorîst nîşan didin, ji bo belavkirina tevliheviyê, ku çi alternatîfekî nabînin ji bilî belavkirina tirs û têkbirina ewlehî û aramiyê li van deverên ku sîvîl têde hatine parastin.
Vîna xelkê Sûrî dê berdewam be ji bo bidestanîna azadî û dadweriyê û sizakirina hemû tawanbaran, û ti kes nikare riya şoreşê ji armancên wê yên ji bo bidawîkirina rejîma zordar û sûcdar biguherîne.
Tawankarî li dijî xelkê Sûrîyê berdewam e, û ji civaka navnetewî tê xwestin ku bi berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina ewlehiyê û bicihkirina biryarên navnetewî rabe, ji ber ku ev yek takerê ye ji bo ku xelkê Sûriyê bikaribin ji bo welatê xwe aştiyê peyda bikin, û li dijî hemû reng û coreyên terorê rabin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
13 çilê pêşî 2018