Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di çend rojên borî de, bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn ji encamê êrîşên tund yên ji aliyê hêzên rejîmê bi piştgirîya balafirên Rûsya û milîsên Îranê li ser bajar, bajarok û gundên deşta Hema û Idlibê, û taxên şêniyan bi awayekî rasterast têne armanckirin ji aliyê balafirên Rûsya û topbarana hêzên rejîmê, ku bûne sedema jikarxistina 4 nexweşxaneyan, û çend bajarok jî bi carekî hatine wêrankirin, ligel armanckirina çend kamp û rêyên sereke.
Êrîş ji çend rojan ve berdewam in, û bi kêmî bûne sedema koçberbûna 300 hezar kesî, û yekem roja meha Remezanê bikaranî ji bo zêdekirina kuştin û derbideriyê ya ku dibe dijminkariyeke eşkere, û hemû rêkeftin û biryaran binpê dike û hewldaneke nû ye ji bo bidawîkirina çareseriya siyasî û sepandina yekalîkirina leşkerî ya terorîstî bi rêya tepeserkirina gelê Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, hişyariyê dide ji encamên vê zêdegaviyê û hevdem ji Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî û Rêxistina Navnetewî dixwaze ku bi berpirsyariyên xwe li rabin hember tiştên diqewimin, û planên ji aliyê rêjîmê û welatên dijminê gelê sûriyê.
Hevbendî cext dike ku divê dewletên sponserên çareseriya siyasî û gerantorên peymana Idlibê binberpirsiyariyên xwe rabin li hember êrîş û zêdegzviyên metirsîdar yên niha dibin gefên dubarebûna bobilatên mirovî li dijî gelê sûrî, û pêwîstiya welatiyên sivîl bi parastina navnetewî heye, û nabe xelkê Sûrî wiha bimînin, bi taybetî jin û zarok têne kuştin, sirgûnkirin û qirkirin ligel bêdengiya cîhanê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
06.05.2019