Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
04.04.2017
Firokên cengê yên rêjîma Beşarê xwînmij, berbanga îro sêşembê, êrîş dane ser bajarê Xan Şêxûn başûrê Idlibê, û mûşekên bi gazên kîmawî yên jehrînî barkirî bikar anîne, û nîşanên li ser nexweşan xuya dikin mîna yên “gaza Sarîn” in, ko bû sedema şehîdkirin û birîndarbûna bi dehan kes (70 şehîd û heta nuha 200 birîndar hene), wêneyên ko ji wir hatine şandin tekez dikin ko tawankariyeke mezin li wir çêbûye mîna ya ko li Xûta rojhilat li Şamê sala 2013ê çêbû ya ko civaka navdewletî ew bê sizakirin buhûrand.
Firokên rêjîmê doh dîsa kuştarek derheqê sivîlên Dûma rojhilatê Şamê çêkirin, û 32 kes ji nav wan jin û zarok şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne.
Rêjîm dewam dike di bikaranîna gazên kîmawî û jerhrîn yên qedexe, û tawankariyên cengê pêk tîne û herêmên sivîlan bombebaran dike, û peymana Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118, 2209, 2235 û 2254 binpê dike, eger ne ji helwestên navdewletî yên lawaz bana yên ko guh li jiyana sivîlan nakin, rêjîmê newêrîbû ev tawankarî bikirana.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz dike madeya 21 ji biryara Encûmena Ewlekariyê 2118 kartêker bibe, ya ko dibêje eger rêjîmê pabendî bi biryarê nekir, ji wan jî veguhastina çekên kîmawî an bikaranîna wan dê li gora benda heftan ji peymana Netewên Yekbûyî sizayan li ser feriz bikin.
Ji vê yekê Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Encûmena Ewlekariyê dike ko rûniştineke awarte ji bo vê tawankariyê lidar bixe û yekser vekolînê tê de bike, û pêrabûnên sizakirinê pêk bîne û berpirsiyar û yên pê rabûne û yên piştgiriyê dikin li gora benda heftan siza bikin. Û tekez kir ko têkçûn di vê derbarê de wê bête xuyakirin ko rêjîmê li ser kirdeyên wê pîroz dikin, û bêdengiya navdewletî ew jî berpirsiyara van tawankariyan e.