Bi navê Yezdanê Dilovan û Mehrevan
Xelkên me yên Sûrî yên hezkirî
Silavên Yezdan li we bin
Hatina heyva Remdanê li we pîroz dikim , heyva bêhin fireyê, heyva danê, ku ev Remdana dehemîn e di temenê şoreşa Sûrî de, ya ku têde gelê Sûrî ji cîhanê tevî re da xuyakirin ku mirov ne bi nan tenê dijî, ji ber ku nirxê jiyanê bê azadî û rûmet tune ye, û tevaya gelên cîhanê dizanin ku gelê Sûrî ji mêj de serfiraz e û bi rûmet dijî, û gelek qurbanî dan da ku bi rûmet bijî.
Sûriyan di vê heyva pîroz de gelek serkeftin bi dest xistine, û em bihêvî ne ku Yezdanê Dilovan mezintrîn serkeftin ji Sûriyan re bîne, bi taybet ku Remzan hat û cîhan tev bi kirîza Korona re zehmetiyê dikşînin.
Û vê kirîzê şêweyên nû yên jiyanê li ser tevaya cîhanê feriz kirine, mîna qedexekirina çûn û hatinê û mana li malê, ji ber vê yekê em ferzên Remzanê ji dest xwe bernadin lê li gor pîvanên tenduristiyê .
Di heman helkeftê de tînim bîra Sûriyan Ku Remzan heyva comerdî û danê ye, ji ber vê yekê li hevdû xwedî derkevin, û bi tayet kesên herî nêzîk û kes û karên me yên di kampan de dijîn, û malbatên girtiyan û yên pakreanan.
Di heman boneyê de, em ciwanên xwe yên bi hilmetên alîkariyê rabûn spas dikin, ji ber ku ew naveroka xwedîlêderketina civakê ne.
Pêximberê me ji Şamê re du’a û newaziş kirine ku bimîne zemîna xêrê, û ji ber wê maye keleha berxwedanê, û ji berî deh salan ve bervaniyê ne di ber xwe tenê de dike, ew bervaniyê di ber tevaya azadîxwazên dinyayê de dike.
Em bûyerên di vê heyvê de hene ji bîr nakin, mîna êrîşa li ser mizgefta Hema û yên dijî Şamê di şev Qedrê de, û komkujiyên Baba Emro û yê Deraa û Dêra Zorê.
Rêjîma xwînmij êrîşên xwe di vê heyvê di demjimîra fitarê de encam didan, û xelkên Zebdanî û gundewarên Şamê vê yekê xweş bi bîr tînin.
Birayên Xoşewîst
Heyva Remedanê heyva serkeftinan e, û em di şoreşa xwe de berdewam in, û serkeftin û serkeftin take-bijardeya me ye
Wê roja Azadiyê hilê, û sitemkarî hilweşe, û wê dagîrkerî bi dawî bibe, û penaber vegerin bajar û gund û malên xwe, û serkeftin bêhinfireya demjimêrekê ye, û bêhna gelan ji ya sitemkaran firehtir e.
Di newazişên xwe de ji bîr nekin ku hûn du’ayan ji birîndaran û girtiyên siyasî yên di zindanan de re bikin,
Yezdan li gel we teva alîkar be di rojîgirtina vê remezanê de
Xwedê karên we bi başî bipejirîne.
Silav û rêz û hurme ji we re.