Gelê Sûriyê yê hêja..
Herkesê mayî li Sûriyê di bin tirs û derdeseriyê de û yê bi neçarî koçber bûne,
Girtiyên di dest Rijêmê û DAIŞ û Elnusra û PYDê de,
Gelî birîndaran,
Bi helkefta cejna qurbanê, ez pîrozbahiya we dikim,
Hersal hûn bixêr bin.
Gelek hêzên şerperest li me civiyane ji bo gelê me sertewandî vegere ber destê desthilata Beşar Esed,
Ez ji we re dibêjim, pişt rast bin, gelê me ti carî neşkestiye û naşikê.
Ew tawankar berî çend rojan bi pozbilindî derket û gotarek da ji bo bêje ku ew yê serkeftiye, lê baş dizane ku heger ne ji ber piştgiriya Îranê û Rûsiya û hizibulah û milîsên olperist ba, wê ji destpêka şoreşê ve şikestiba, ew dizane ku wî hêz nîne, û ew li jêr fermana Rûsiya û Îranê ye.
Ey gelê Sûriya xweştivî..
Her ji destpêka şoreşê diyar bû ku rûxandina Rijêmê li ser me hatiye qedexekirin, û me gelek derdeserî kişand ji ber kêmxemiya dostên me û xemsariya wan li ser pêkêşkirina piştgirya pêwîst bo me li hember Rijêmê û artêş û hevalbendên wê, û hêzên veşartî karkirin li ser berdewamiya hevrikiyê li ser piransîpê ku ti alî biser nekeve, û hin ji wan hebûn bi kirasê dostan bûn lê ew bi bi xwe di nav rêza dijmin de bûn.
Her ji destpêka şoreşê de rê li pêşiya bihêzbûna me hatin girtin, dema me navçeyek rizgar dikir, qedexe bû ku em desthilatê lê bikin, hevdem rê li pêşiya hêzên tarîxwaz wek DAIŞ û Elnusra û PYDê vekirî bûn ku bi rola xwe ya nexşekirî rabin, û valabûna deshilatê dihat xwestin ji bo peydabûna hêzên tarîxwaz.
Dema ku me pirsyar dikir, ma ne hikûmeta demkî erkdar e bi rêveberiya navçeyên rizgarkirî? Bersiv dihat ku hebûna du hikumetan ( ya Hevbendiyê û ya Esed) wê bibe sedema parçebûnê, lê bi dîtina wan dirustkirina kantonan li navçeyên kêmkirina şer, rê li parçebûnê digire, hevdem ji bîr dikin ku karê Hizibulah û PYDê û kiryarên cînosayda netewî û tayifegerî amadekariya parçekirinê ye.
Nêzîkî salekê heye sînariyoyek tête bikaranîn û şoreş bi navê bêserûberiya siyasî binav dibe, û ku rewş gihiştiye riyeke girtî, û aloz bûye ku çareseriyek giştgîr li niha û herwiha bi dirêjiya bîst û sîh salên din nayê pêkanîn, û çareseriya pêşniyarkirî ya ligor wê sînariyoyê, gerek şer û rijandina xwîna xelkê Sûriyê rawest e, û parastina ewlehiyê li navçeyê bi bihêztirîn hêza heyî bê spartin, û zêdekirina piştgiriya encûmenên xwecihî ji aliyê NY ji bo hawarhatinê û rêveberiya navçeyê.
Îro em dibînin ku ev sînaryo li navçeyên kêmkirina şer û agirbestên sernimziyê têne cêbicêkirin, dema ku NY dest ji biryarên Cinêv berdide û tê li ser vê dîtina siyasî ya lawaz, ya bi hevdengiya wê ligel Rûsiya û hevalbendên Rijêmê pêk tê, û ev nîşana piştguhkirina berjwendiya gelê Sûriyê ye, û sepandina Beşar Esed bi çareseriya siyasî, hevdem ku Bişar Esed hatiye tawanbarkirin ji aliyê rêxistinên mafên mirov bi tawanên şer û cînosayid û tawanên dijemirov û bikaranîna çekên kêmyayî, û piştî van gunehkariyan tên û şîretan li me dikin ji bo erêkirina serokatiya rêjîmê ji Sûriyê re bi behaneya nebûna alternatîvekî, hevdem ku dizanin ku gelê Sûriyê yê dewlemend e bi kesên xwe yên niştimanperwer û dilsoz û jêhatî, û koka derdeseriyê di wê yekê de ew e ku cîhanê dest ji parastina gelê me ji Beşar û Rûsiya û Îranê berdaye.
Nezanîn e yanjî dixwazin xwe nezan bikin, dema ku lîstika Bişar Esed serbikeve, ya dibêje ku Bişar tawankar û pîs e lê DAIŞ û Elnusra jê pîstirin, û miletê Sûriyê û cîhanê bêxin li pêşiya takebijaredeyekê yan Beşar yan DAiŞ.
Xweşteviyên Sûrî:
Neçarkirina gel ji bo erêkirina berdewamiya desthilata Beşar Esed, wê bibe şaşiyek dîrokî û dexmeyeke kirêt li eniya cîhana demokratîxwaz ya bi mafên mirov bang dike.
Em ji wan yên berdewamiya Bişar Esed pêşinyar dikin dipirsên, bila xwe têxin cihê gelê Sûriyê yê her tişt daye qurbanî ji bo rûmet û azadiya xwe, û bi tenê li ser hêviyan maye ku salên xwe yên mayî bi rûmet derbas bike, û jiyanekê ji bo zarokên xwe li welatekî aram û tenah dabîn bike.
Piştî rawestandina dengê guleyan û vegera Sûriyan û amarekirina tişta li heft salên borî bûyî, wê hemû kes, çi yên di opozisyonê de û çi alîgirên Rijêmê, xwe bi zerermend bibibîn bi kesekî şêt yê mereqdarê desthilatê re, yê ku dixwaze Sûriya bike mîrat bo zarokên xwe wek çawa ew bû mîratxwarê bavê xwe.
Îro gelek şîret dibin ku em bêhtir riyalîst bin di siyasetê de, ya ku tê wateya xweguncandina ligel tawankar û em wî wek serok erê bikin, û em dibêjin riyalîzma we ji me re pêwîst nîne, û qurbaniyên gelê Sûriyê nayên hejmartin û hîç serkevtinek ji bo her çareseriyek siyasî bi hebûna Beşar nîne.
Gel ticarî namirin, û gelê me wê riya serkeftina xwe bibîne her wekî di serbora xwe ya dîrokê de dîtiye, ji ber ku viyan û îradeya miletan ji hemû çekan bihêztir e û ticarî naşike.
Îro û piştî hevqas bobilatên hatîn serê milet, em dibînin ku hêjî xwepêşandan berdewam in li dijî Rijêmê û hêzên terorîst û ev yek nîşana wê yekê ye ku gel naşikin.
Kujer ticarî li ser desthilatê namîne, û rola wî nîne di paşerojê de, û wê çarenivîsa wî dawî li pêşiya dadgehê be, wek terorîst û tawanbarekî şer.
Hersal hûn bi xêr bin
Silavên xwedê li we bin.