Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Her kes dizane ku êrîş û tawan û binpêkirinên rejîmê berdewam in, her ji imzekirina peymana navçeya bêçek de, ku rejîm her ji sala 2011’an ve bi ti peyman û biryarên navnetewî pabend nebûye.
Zêdekirina şer niha û êrîşên bi fosfora şewatkar binpêkirin e ji peymanê re, herwiha ku hewldaneke ji bo wendakirina dengê konferansa Brukselê, ku rejîm û hevalbendên xwe bi her awayekî hewl didin ji bo fişaran li ser zêde bikin û wê jinav bibin.
Plana niha ya rêjîmê û hevalbendên wê bi awayekî sereke li ser cîbicîkirina kampanyayên berdewam û pêkanîna komkujî û tawanên şer avakirî ye, ji bo rê li ber çareseriya siyasî bigire û hewldanên navnetewî yên ber bi çareseriyê asteng bikin.
Êrîşên dawiyê bûne sedema ketina hejmarek şehîd û birîndaran, û wêrankirina bajarokê Altmanah û yê Alhbit û gundê Elsalihiyê û bajarê Sermîn yê bi bombeyên deaktîv hatibû topbarankirin, tevlî deverên din li gundewarê Idlib û Hemayê.
Pêwîstiya van bûyerên nû bi helwestên cidî heye, û bi taybetî ji aliyê dewletên gerantor, her weha berdewamiya tawanan li dijî gelê Sûriyê û topbarana berdewam li ser deverên sivîlan û binpêkirina rêkeftinan, careke din civaka navdewletî datîne ber berpirsiyariyên wê, nemaze derbarê parastina aştî û ewlehiyê û giringiya destêwerdanê ji bo rawestandina tawanên şer û sizadana sûcdarên.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
13 adar 2019