Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştrast dike ku ew hemû daxuyaniyên kîn û nijadperestiyê yên hin aliyên fermî li dijî penaberên Sûrî li Lubnanê şermezar û red dike.
Hevbendî hişyardariyê dide ji encamên berdewamiya zêdegavî û handanê li dijî penaberên Sûrî û herwiha hişyariyê dide ji beşdarbûna hin aliyan di belavkirin û bangeşa pêla kîn û nijadperestiyê ya xirab de, weke axaftinên wezîrê derve yê Libnanê, ku ew axaftin dê bi nerênî li xudanê xwe vegerin.
Welatiyên Sûrî ticarî helwesta rawestana birayên xwe yên Libnanî li kêleka wan di vê derdeseriya mezin de ji bîr nakin, ku duh li Beyrûtê xelkek kom bû ji bo şermezarkirina kiryarên li dijî penaberên Sûrî, û tikes rola hin aliyên neyar jî ji bîr nake, û bi taybetî Hizbullaha terorîst, ya berpirsiyar û hevpara tawanên li ser erda me dibin, û herwiha ew sûcdara bobelata derbiderî û penaberiyê ye.
Ku hebûna van milîsan, sedemên sereke yên vê bobelata kuştin, sirgûnkirin û koçberiya bi darê zorê ye, eger ji xaka Sûriyê venekişin û dest ji piştgiriya tawankariyên rejîma Esed û pêkanîna tawanên şer li welatê me bernedin, ku ti mifayek nîne ji daxwaza çareserkirina pirsgirêkên penaberên Sûriyê li Libnanê ji aliyekî bi tena xwe ve.
Û her aliyekî piştgirî û alîkariya planan tengavkirina penaberan û vegerandina wan bi darê zorê li Sûriyê, weke berpirsyar tê dîtin li hember tawanên bibin ji aliyê rejîmê li dijî penaberan.
Wek van axaftinên kîn û nîjadperestî nûneriya gelê Libnanê nakin, û lewra ji aqilmendan û di serî de ji serokê hikûmeta Libnanê tê xwestin, ku bi berpirsiyariya xwe ya mirovî û fermî rabin, weke tekst û prensîb û biryarên Netewên Yekbûyî û Komkara Erebî û peymanên ji aliyê Libnanê hatine îmzekirin, û kar bike ji bo danîna sînorekî ji van daxuyaniyên bi vî rengî re berî ku bibin sedema zirarên zêdetir yan jî bibe çirûskeke agir ku ti kes nikare encaman pêşbîn bike.
Em dixwazin dupat bikin li ser pêwîstiya rêzgirtina li yasa û peymanan, û rawestandina van daxuyaniyên tund, ku zêdegavî û binpêkirinên di derheqa penaberên Sûrî de têne bîra me, her ji kampanyên dozgeriyê û binçavkirinê heta bi wêrankirin û şewitandina konan, û radestkirina penaberên Sûrî ji bo hêzên rêjîmê.
Pêdiviyek praktîk û yasayî heye ji bo rawestandina berdewamiya van hilmet û daxuyaniyên xirab li dijî gelê Libnanê ji aliyê her aliyekî din.
Em dubare bangê didin ji bo rêzgirtina li peymanên navnetewî yên derbarê penaberan, û darizandina her kesê berpirsyar ê tevlî binpêkirinan yan navtêdana li dijî penaberan bûye, û mafên wan yên rewa binpê dike.
Divê Netewên Yekbûyî û Komisyona Navnetewî ya Mafên Mirovan bi berpirsyariyên xwe rabin ji bo rê li ber binpêkirinên din yan tawanên li dijî penaberên Sûriyê bigirin, û ji wan dixwaze ku tevbigerin ji bo rawestandina binpêkirinan û darizandina kesên berpirsyar.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
13.06.2019