Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di Konferansa dostên gelê Sûriyê de, ku li 12’ê befranbara 2012’an li Marakiş hate lidarxistin, bi beşdariya zêdetir ji 120 dewletan, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî wekî “nûnerê rewa yê gelê Sûrî” hatibû pejirandin.
Îro heft sal di ser wê pejirandinê re derbas dibin, ku wek encamek rasterast ji bizav û wêrekiya Sûriyan û qurbanên wan ji bo bidestxistina mafên xwe hatî destnîşankirin.
Hevbendî, spasiya wan hemû welatan dike yên ku erkên xwe bicih anîn, û digel miletê Sûrî rawestiyan, û spasiya hemû gelên ku di piştgiriya Sûriyan de berdewam in, û piştgiriyê didin tekoşîna wan li dijî zordarî, dagîrkerî û terorê; ev nîşan dide ku piraniya sozên di wê demê de nehatine pêkanîn, û civaka navdewletî û helwestên wê yên sist bûne hokarê berdewamiya qeyran û astengkirina şoreşê.
Ji wê demê heta îro, tevî ku ew soz û peyman nehatin cîbicîkirin, Hevbendî hîn bi berpirsyariyên xwe yên girseyî radibe, û rastî fişarên cûrbecûr û berjewendîyên navdewletî yên aloz dibe, di nav de, hewildanên dijwar ji bo dijberiya terorê, serederiya digel karesatên mirovahî, pêlên koçberkirin û binçavkirinan, û şopandina xebata hikûmeta demkî ya Sûrî .. û pêdiviya van dozan û yên din bi dahatên pir mezintir ji yên Hevbendiyê heye, ew hewcedarî karîn û dahatên dewletekê ne, hevdem ku Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî nikarîbûn berpirsiyariya hindek ji van dosyan hilgirin, zêdebarî ku li sozên xwe xwedî derneketin.
Hevbendî rastî gelek fişaran hat ji ber helwestên wê yên negor û pêdagiriya wê bi prensîbên şoreşê, digel têkşikestina civaka navdewletî di berpirsiyariyên xwe de hember dosya tawanên dijî gelê Sûrî, û li hember erkên têkildarî parastina sivîlan û beramberî dosyayên binçavkirin û windakirinên bi zorê, berpirsiyariyên wê li hember tawanên bikaranîna çekên kîmyayî ji hêla rêjîmê, digel baweriya me bi prensîbên şoreşê û rewabûna wê û doza gelê Sûrî ji bo bidestxistina mafên xwe.
Erkê me ye ku em hemû bi hev re bixebitin, û li ser tiştên ku hatine bidestxistin ava bikin, û di heman demê de li paşerojê bibin xwedan nêrînek geşbîn ya pir bawerî, bawerî bi gel û şiyana wî ya rizgarbûna ji karesatê û avakirina Sûriyek nû.
Rehmet ji şehîdan re, saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelên wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofisa Ragihandinê
12.12.2019