Daxuyaniyeke Rojnamevanî
73 sal di ser serxwebûna Sûriyê ji dagîrkariya Fransayê derbas dibin, di demekê de ku bi milyonan xelkê Sûriyê li çar aliyên cîhanê penaber in, û bi sedan hezar di zindanên stemkaran de dijîn , û hêjî xwîna xelkê Sûriyê tê rijandin û lawên me bi destê rejîma Esed û milîsên wê têne kuştin.
Salên borî ji jiyê şoreşa me pêwîstiya nûkirina wateya serxwebûnê piştrast dike, yekîtî, azadî û serxwebûna welêt dupat dike, û azadiya Sûriyê temam nabe heta ku rejîma Esed hebe, Ew rejîma Sûriya ji dîrokê derxistiye, û pêncî salî bindestê xwe kiriye, û erkê me ye ku em vê paşketina rêjîm me bi xurtî ber bi wê ve dibe rawestînin.
Îro, xelkê Sûriyê rijd in li ser bidawîkirina vê xeleka bi êş û jan ji dîroka Sûriyê, xeleka rejîma Esed ya bi tundûtûjî , gendelî, zordarî, neheqî, zilm û takrewiyê ava kiriye, xeleka mişt ji kuştin û ajawegerî û terorê li dijî gelê Sûriyê, û li dijî pirensîp û nirxên mirovahî û azadiyê.
Xelkê Sûriyê, îro dixebitin ji bo welatê xwe bizîvirînin li ser rêya avakirin û geşepêdan û pêşketinê, ji bo Sûriya bibe qiblegeha mirovahiyê û firealî û yeksaniyê di maf û erkên hemû hevwelatiyên xwe de, û welat di cihê xwe yê xwezayî de be, û gelê wê dahêner û balkêş be, çanda xwe ya resen ji bo cîhanê pêşkêş bike, û bi rola xwe ya şaristanî û pêşketinxwaz rabe.
Hevbendiya Niştimanî di dema ku bi vê helkeftê li gelê sûrî yê azadîxwaz û lehengên bi rûmet pîroz dike, hevdem giringiya vê rojê û herwiha têkiliya wê digel xebata îro ya ji bo azadiyê dibîr tîne, û tekez dike ku gelê Sûriyê dê keda şehîdan biparêze û di têkoşîna ji bo azadî û rûmetê û misogerkirina yekîtiya Sûriyê bi ax û gel xwe ve bi riya rêveberiyeke demokrat berdewam be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
17.04.2019