Saturday, 12 August 2017 19:12

Hejmarek ji Şervanan li Der'a şehîd ketin di teqîneke terorîstî de

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Roja înê (11 tebax) ji encama teqîneke xwekujî ya terorîstî dijî serbazgehekê li bajarokê Nisîb li gundewarê Der'a, bi dehan şervanên “Cêş Elîslam” şehîd û birîndar ketin.

Teqîn ya nîşanên rêxistina DAIŞê ya terorîst bi xwe ve digire, yekser dikeve di qezenca rijêma Esed de û dibe piştevaniyek ji Rijêmê û ji milîsên wê yên terorîst re, DAIŞ ya hevdem alîkar di pêkanîna tawanan de di derheqa gelê Sûriyê de, û ligel Rijêmê bombebarankirinê û bi binpêkirina rêkeftina "kêmkirina tundiyê", bû zêdetir ji 130 caran li heyamê heyvekê dike .

Hevbendî behiya malbat û kesukarên şehîd û birîndaran dike, hevdem cextê li ser giringiya dijberiya rêxistina terorîst ya DAIŞê û çeteyên wê dike, û pabendî û hişyariya xwe nîşan dide li dijî sercem hewlên peydakirina ajawegeriyê li navçeyê, hevşan ligel dijberiya hewlên Rijêmê û çete û milîsên wê yên terorîst û hêzên piştevanên wê.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê

Ofîsa Ragihandinê

12 tebax 2017

Home Agahî Hejmarek ji Şervanan li Der'a şehîd ketin di teqîneke terorîstî de