Daxuyaniyeke Rojnamevanî
(1) Peresendinên dawî li Idlib
Peresendinên metirsî û yên mixabinî yên ko li Idlibê çêbûne, di texmînê de bûn ji ber kêmasiya xuyanî ya asta piştgiriya alayên artêşa azad û nekarîna miletê Sûrî bi rêya dezgehên xwe yên siyasî yên rewa artêşeke niştimanî ya yekbûyî damezirîne. Her weha bizavên yekkirina piştgiriyê di rêya yek kanalê re asteng dibin, û di encamê de tiştê me texmîn kir û ji bo wê hişyarî da hemû dewleta eger berdewam bin di van siyasetan çêbû.
Tevli wilo jî alavên birêveberiya piştgiriyê hişt ko alayên leşkerî yên opozisyonê bêtir jihev bikevin û çi lêvegera siyasî ji xwe winda kirin ko ji wan re berpirsiyara yasayî û rêkxistinî be û li ser asta piştgiriya alayî ya jihevketî pirogramîn jidil bo rahênan û amadekirinê çênebûn, û çekên ko ji alayan re hatine cûreyê wan nebaş e û hindik hatine beraber yên ji yên ko tên ji hêzên rêjîmê û milîtanên mehebperest yên piştgiriya rêjîmê dikin re û tiştê ko rêkxistinên tirorist wek Daiş û Nesra bidest dixin
Tiştê li Idlib çêbû alayên leşkerî dike ber berpirsiyariyeke niştimanî ji bo tevli artêşeke niştimanî ya yekbûyî bibin dê karûbarê wê ya bingehîn bergîriya herêmên rizgarkirî ji êrîşên hêzên rêjîmê û hevalbendên wê bike, û herêmên ko rêkxistinên tiroristî dagîr kirine ji wan rizgar bike.
Em miletê Sûrî xwedanê berjewendiya bingehîn in ji têkbirîna tiroristî û tundrewiyê re û aliyê tenê ko dikare tiroristiyê ji kok ve têk bibe bi tunekirina sedemên wê û ya giringtir zordarî û gelndeliyê û hebûna stembariyê li bal piraniya miletê Sûrî.
Em daxwazê ji dewletên piştgiriyê û heval
dikin ko piştgiriya pêdivî bikin ji bo alayên leşkerî yên opozisyon di çarçoveyeke niştimanî ya yekbûyî rêkxistin bike, ji bo pareke bingehîn be ji hevpeymana navdewletî li dijî tiroristiyê û karibe ewlekariya hevwelatiyan li herêmên rizgarkirî biparêze û saxlemiya avahiyên giştî dabîn bike ji bo birêveberiyên sivîl bi karûbarê xwe rabin û tekez bin ko rêkxistinên tirorist piştî rizgarkirinê nema vedigerin.
(2) Peymana aramiyê li Xûta û aniya başûr
Hevbendiya niştimanî xweşhaliya xwe bi bizavên navdewletî dide ya ji bo rawestandina rêjeka xwînê û ji bo sivikkirina derdê miletê Sûrî û ji vê yekê em peyketina cîbicîkirina tekûz ya hemû peymanên ko çêbûne bikin yên ko pêdiviya alavên çavdêriya bi awayekî tekûz kartêker bibe.
Em dibînin ko ev peyman divê bigihên asta rawestandina bombebaranê û agirbestê li hemû xaka Sûriyê û bi cîbicîkirina pêrabûnên din yên avakirina baweriyê li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarê Encûmena Ewlekariyê yên têkildar bibe, divê ev pêrabûn tekûz bikin bi destpêkirina yekser bi kartêkerina pêvajoya siyasî bi rêya danûstandinên rûbirû li Cinêvê ji bo kêşeya bingehîn gengeşe bibe
, ew jî mijara operasiyona veguhastina siyasî ye ya ko bi hemû bizavan pêktê û yekkirina aniya hindirîn di cenga li ser tiroristiyê û dadkirina stembarî û qurbaniyên milet û pêkanîna ewlekariyê û misogerkirina aramiyê ji bo dest bi avakirinê bibe û rûpelên reş bêtin pêçan û dest bi avakirina Sûriya paşerojê bikin, Sûriya azad ya serdest li ser hemû xaka xwe, ya dîmuqratî û piralî, Sûriya dewleta hevwelatiyan ya ko hemû hevwelatî bi erk û maf wek hev bin.
(3) Cenga li ser rêkxistina Daiş li Reqayê û têkçûna qurbaniyên sivîl û birêveberiya bajar paşerojê
Hevbendiya niştimanî li ser giringiya şerê tiroristiyê bi hemû cûreyên wê û birrîna kokên wê tekez kir û dibînw ko hêzên şoreşê û opozisyona Sûrî hêj di pêşiyan yên ko tiroristî red kirine û beraber rabûne ji nav wan jî tiroristiya sînoran derbas dike wek Daiş û Elqaîde û milîtanên tirorist yên Îranî yên ko li jêr fermana pasvanên şoreşger yên Îranî de û hizbulaha tirorist de û tîmên mirinê yên bi ser rêjîma Beşar ve kar dikin.
Hevbendiya niştimanî dibîne ko Reqa pareke xweşevîst e ji xaka Sûriyê û ew bajarê pêşî bû ko bi destê artêşa azadn hate rizgarkirin û divê birêveberiya wê ya tekûz li xelkên wê bi rêya Encûmena xwecihî ya hatiye hilbijartin vegere, li bin çavdêriya hevbendiya niştimanî û desthilata Sûrî ya demkî û bi beşdarbûn û piştgiriya nûnerên civaka sivîl dûr ji têwerdanên derve û desthilatdariya hêzên tundrew ko ecindeyên şoreşa Sûrî û amancên wê napejirînin.
Her weha Hevbendî kuştina qurbaniyên sivîl bi destê hêzên hevpeyman pirotesto kir û mixabiniya xwe diyar kir û daxwaz kir ko êrîşên têne ser sivîlan birawesrin û vekolînên zelal divê bêne kirin derbarê êrîşên ser sivîlan ko bi sedan şehîd ketine û dibe bi hezaran sivîl ji nav wan jî zarok û jin û malbatin bi tevahî, her weha daxwaza vekolîneke lezgîn di raportên ko li ser operasiyonên koçkirina kotekî ya li gund û bajarokên gundewarê Reqa dipeyivin bikin û li ser pêkanîna milîtanên Sûriya Dîmuqratî tawanên cengê û operasiyonên kuştin û tunekirina ji derveyî yasayê kirine.
(4) Helwest ji amadekirina şerê Dêra Zorê re
Alayên artêşa azad ji çend heyvan ve dest bi şerê lidijî tiroristiyê li Badiya Sûrî kirine û çend herêm ji wan rizgar kirine û astengkirina karê alayan di şerê li dijî Daişê de ko xwe kirine sînor di navbera artêşa azad û Daiş de tête xuyakirin ko amanca rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin tunekirina alayên şoreşa Sûrî ne û ne beraberiya Daişê ye.
Alayên artêşa azad û bi taybetî arîşe ji xelkên herêmê hêj li Badiya Sûrî ne û amade ne ko di rizgarkirina Dêra Zorê ji Daiş û hemû hêzên tirorist bikin û divê piştgiriya wan berdewam bête kirin.
(5) Têwerdana hizbulah di Qelemûnê de û hewildana ko xelkên herêmê koçber bikin
Hevbendiya Niştimanî têwerdana hizbulaha tirorist ya aşkere di herêma Qelemûnê de û dorpêçkirina wê ji çend bajarok û hewildana wê ko xelkên wê deverê koçber bike wekû xizmetekê ji rêjîma Îranê re tako guherîna dîmugrafî li herêmê pêkbînin ya ko gelek herêman ji gundewarê Şamê dinimîne û daxwaz dike ko helwêsteke Erebî û navdewletî yekbûyî ko daxwaz bike ev milîtanên tiroristî û hemû miltanan li ser xaka Sûriyê derxînin, û daxwaz ji desthilata Libnanî kir ko pêrabûnên pêdivî li bin çavdêriya navdewletî bike tako endamên van milîtanên ji Libnan û Sûriyê nehêlin derbas bibin û tawankarî û kuştinê li gel çeteyên Esed li dijî miletê Sûriyê nekin.
(6) Dorpêça kampên Irsal û hewlên koçberkirina penaberan û şandina wan bi zorê bo jêr desthilata rejîm û Hizbulah.
Hevpeymaniya Niştîmanî karê aliyên fermî û dezgehên sivîl yê ku piştevaniya penaberên Sûriyê kirin bi bilindî dinirxîne ew penaberên ku ji bajar û bajarokên xwe hatin derxistin bi sedema tawanên Esed û Hizbulah, herwiha Hevbendî berdewamiya armanckirin û koîberkirina penaberan bi taybet li devera Irsal şermezar dike û di heman demê de dilgiraniya xwe tîne ziman ji van kiryaran di rêya girtinên bêserûber û îşkence û şewtandina kampan, herwiha vegerandina bi zorê ji penaberan re bo Sûriyê, her çiqas ku bajar û bajarokên wan ji aliyê rêxistina Hizbulah ya terorîstî û çeteyên Esed dagîrkirî ne, û dê eb kesên ku vegerin dê rastî girtin û îşkenceyê werin.
Hevbendiya Niştîmanî Hikûmeta Libnanê agahdar dike ku hinceta şerê terorê bikar neyne jib o derbaskirina pilnekê li dijî penaberan, û daxwazê jê dike ku erê bike bi lêpirsîneke navdewletî derbarê armanckirina mîlîsan ji her sê kampên Irsal re di Hezîrana derbasbûyî de û tevahiya wan pêşhatên ku di piştre rû dan, herwiha mirina hejmarek ji girtiyan di jêr îşkeneyê de ji aliyê istixbaratên artêşa Libnanê, û tekez dike ku ev yek ji berpirsyaretiya wê ya yasayî û siyasî û exlaqî ye, divê di zûtirîn dem de were rawestandin, herwiha tekez kir ku pêngavên sereke ji şerê li dijî terorê re vekişandina milîsên Hizbulaha terorîstî ji Sûriyê û nehiştina derbasbûna endamên wê û rawestandina destêwerdana wê di krîza Sûriyê de di berjewendiya rejîmê de, ji ber ku Hevbendî red dike ku penaber werin istixlalkirin ji aliyê rêxistinên terorê de, ku di heman demê dixwaze ewlekariya Libnanê nekeve metirsiyê de.
(7)Helwesta ji herdu civînên Cinêv û Astanayê yên dahatî
Derbarê kongreyê Astana em dibînin ku niha rastî tiştekî serke tê ew jî hejmra zêde ya rêkeftinan û aliyên ku li ser wan îmze dikin, hewiha aliyên misoger û ev hemû tişt û bi awayekî rasteqîne bi sedema redkirina tevahiya aliyan Îran wek aliyekî misoger be ji her rêkeftinekê re, gelo dê bikaribe van rêkeftinan çarçove bike û mêkanzîma cîbcîkirina wan di nava mêkanîzmeke hevbeş de d jêr sîwana xwe de?
Ev tewerên nerênî dê arasteya siyasî li Cinêvê aloz bike.Hemû dizanin ku arasteya Cinêvê heta vê kêlîkê negihştiye asta “Operasyona Siyasî”, û heta vê kêlîkê di çarçoveya operasyonên gotûbêjên di navbera aliyan û nûnerê navdewletî û tîma wî de ye û ta mêkanîzma şêwirdariyê mêkanîzmeke ne pabend e, ku danûstandina têde tenê di navbera opozîsyon û tîma Neteweyên Yekbûyî de, û tiştekî ecêbe ku Neteweyên Yekbûyî erê bike li ser beşdarbûna nerênî ya şanda rejîmê, û dîtina beşdarbûna wê şandê bi destkeftekê, û dûrbûn ji gewher û naverokê.
Berdewamiya kar di arasteya Cinêvê de bêyî ti pêşketinan, û di jêr berdewamiya rejîma Esed û hevalbendên wê di gurkirina şer de, û hewla bidawîkirina vê krîzê di rêya leşkerî re, hişt ku baweriya gelêrî nemîne, û bûye baweriyek ku ji laiyê rejîmê û piştevanên wê tê bikaranîn da ku bidin xuyakirin ku operasyoneke siyasî heye piştî ku ji naveroka wê vala kirin. Bi berdewamiya Cinêv divê tekezî li ser danûstandinên rasterast bê kirin ku veguhestina siyasî di nav de be li gor lêvegereke navdewletî û b piştevaniya Civaka Navdewletî.
(8) Dozên girtî û kesên koçberkirî û yên dorpêçkirî
Hevbendiya Niştîmanî mixabiniya xwe tîne ziman derbarê sernekeftina Civaka Navdewletî û dezgehên ê di rizgarkirina giyanê derdora 250 Hezar Milyon xelkê Sûriyê ku di zindanên rejîma Esed ne û têne îşkencekirin li see destê tîmên mrinê yên ser bi wê rejîmê ve, herwiha eşkerekirina çarenivîsa derdora 150 Hezar kesên windayî ku di nava wan de zarok û jin jî hene ku wek dîl hatine revandin, piştre çarenivîsa nema diyar bû û xizmên wan û dezgehên mafperwerî nikarîbûn çarenivîsa wan nas bikin.
Doza girtî û windabûyan ji tevahiya dozan bi êş û azartir e li cem gelê Sûiyê yê ku di jêr sitemkariya rejîma Esed e ye, û tevî eşkerekirina belgeyên Qeyser û komkujiya Seydnaya û gorên bi kom ji kuştina bi hezaran girtî di jêr îşkenceyê de, û berdewamiya wan tawanan heta îro, Encûmena Ewlekariyê nikarîbû bidûv tawankaran ve biçe bi sedema sîwana siyasî yak u çend dewlet ji wan re dabîn dikin û ji nava wan Rûsiya û ev yek dihêle ev doza bi pêş nekeve li ser asta danûstandinên Astan û Cinêvê, yan veguhestina doza tawankarên van tawanan jib o Dadgeha Tawanakariya Navdewletî û destpêkirina girtina wan.
Hevbendiya Niştîmanî sozê dide gelê xwe bi berdewamiya karê berdewam ji bo doza girtî û kesên windabûyî, ku niha Komîteyeke Niştîmanî jib o vê yekê hatiye avakirin jib o yekxistina karînên dezgehan û destpêkrina tevgereke navdewletî bi bandor di heman çarçoveyê de.
( 9)Projeya çaksaziyê di Hevbendiyê de.
Ev hemû pêşhatên metirsîdar hişt ku lêvegereke zelal ji tevahiya arasteya şoreşê re di ware siyasî û leşkerî de, ku derencama wê danîna bernameyekî çaksazî temam ji Hevbendî û dezgehên ser bi wê ve, û aktîvkirina karê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî li hundir dinimîne, herwiha nûneratiya fesîleyên leşkerî di ware siyasî de di nava Hevbendiyê de, herwiha yekxistina karê leşkerî di çarçoveyeke niştîmanî de, ji bo pêkanîna armanc û daxwazên gelê Sûriyê di şoreşa wî de. Herwiha pêkanîna danûstandin û hemahengiyek di navbera dezgehên şoreşê û civaka sivîl û partiyên siyasî li Sûriyê, û dê piştre ev hevdîtin pêk werin û em kar dikin ji bo vê mêkanîzmê û hiştinawê wek operasyoneke berdewam rêk û pêk be. Ooerasyona çaksaziyê dihêle ku ji mafê Hevbendiya Niştîmanî be îdareya deverên azadkirî bike di rêya Hikûmeta Demkî û Encûmenên xwecihî û fesîleyên ser bi Hevbendiyê ve û yekîneya hemahengiya piştevanî û sendoqa misogerkirnê, û ev îdare dê tevahiya tiştê girêdayî milkên dewletê û dezgehên wê, wek polis û dadwerî û rêbazên xwendinê û ezmûnên bawernameyan û gelek çalakiyên din misoger dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
28.07.2017