Friday, 29 December 2017 15:29

Helwestekî navdewletî tê xwestin li hember zêdegaviyên oparesyonên Rûsiya û Rijêmê li ser Idlibê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Ligel diyalog û gengeşeyên ciyawaz yên li ser çareseriya siyasî dibin, hevdem Rijêm bi piştgiriya Rûsiya hewl dide ji bo sepandina xwe li ser qadê bi rêka siyaseta xwe ya bi mebest ya li ser bikaranîna bermîlên teqîner û mûşek û kuştinê û oparesyonên koçber û dorpêçkirinê.

Hêjî êrîşên firokên Rûsiya û hilîkopterên Rijêmê yên ji heftiyekê ve li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlibê berdewam in, hevdem ligel hewlên pêşketina hêzên Rijêmê û milîsên palpiştên wê li ser aniyên başûr.

Êrîşên îro roja pêncşemê (28'ê çileyê pêşiyê) heta niha û ligor amarên destpêkî bûne sedemê kuştina 18 sivîlan ku di nav wan de jin û zarok hebûn, û bi dehan şehîd û bi sedan birîndar ketine her ji destpêka oparesyona niha, û bi sedema êrîşên Rûsiya bi mûşek û bi dehên bermîlên teqîner yên hatine avêtin bi hilîkopterên Rijêmê li ser gund û bajarokên rojhilat û başûrê Idlibê.

Ku têkşikandina pêvejoya siyasî bijaredeyek stratîjîk yê Rijêmê û hevalbendên wê bû, û çaverê nabe ku civaka navdewletî pêşbînî bike ku ev stratîjîk bête guhertin, li dema ku helwestekî ciyawaz bi awayekî bineretî û fişarên rasteqîn neyên standin, û dest bi xwendina fayilê Sûrî bi stratîjiyeke nû, ku guncayî be ligel qebarên erkên wê û sirûşta ketwarên nû.

Ku bêkariya civaka navdewletî li hember rihakirina sivîlan û têkşikestina wê li hember parastina aştiyê û ewlehiyê li Sûriyê, û wazhênana wê bitenê bi çavdêriya tawanan yek lipê yek, ku ev yek dibe cihê lêpirsînê, herwiha ku wek erêkirin tê pesindkirin li hember oparesyonên niha dibin, û li ser hemû encamên li hember çareseriya siyasî.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê

Ofîsa Ragihandinê

28  çileyê pêşî 2017

 

Home Agahî Helwestekî navdewletî tê xwestin li hember zêdegaviyên oparesyonên Rûsiya û Rijêmê li ser Idlibê