Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, teqîna terorîstî ya li dijî baregeha hikûmeta demkî li Îzazê li bakurê Helebê, ku bûye sedema şehîdbûna pênc kesan bi kêmahî tevî birîndarbûna çend kesên din, şermezar dike.
Ev kiryara terorîstî hatiye ji bo kospkirina bizavên rijd yên dibin ji aliyê xelkê Sûriyê yên ji bo dubare avedankirina welatê xwe û ev kiryar dikevin di çarçovê armancên hevbeş yên di navbera Rijêmê û girûpên terorîst de, ji bo beravêtîkirina bizavên kargiriyê yên dibin li ser sercem astan ji bo saxbîrîkirina jêrxana bingehîn û dubare vegerandina dezgehên giştî.
Hevbendiya Niştimanî, rijêma Esed berpirsyar dibîne li hember sercem şêweyên bindestî û dagîrkerî û teror û wêrankariyê, herwiha dubare daxwaza avakirina hevpeymaneyek navdewletî dike li hember Rijêma tawankar û palpiştên wê, ya kar bike ji bo bidawîkirina wê û sepandina çareseriyek dadperwer û berdewamiya dijberiya hêzên terorîst bi sercem şêweû awayên wê tevî Rijêmê û milîsên mezhebperist.
Şikodarî ji şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
3 gulana 2017