Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê behiya Dr. Mihemed Morsî, serokê berê yê Komara Erebî ya Misrê dike, pirse û sersaxiyê dide malbata wî û tevaya gelê Misrê yê bira.
Di dema serokatîya wî de, serokê berê ma dilsoz û piştevan ji bo daxwazên gelê Sûriyê û şoreşa azadî, rûmet û demokrasiyê, û herwiha ma pabend bi pirsgirêkên neteweya erebî bi awayekî zelal, bê xwe vekişîne yan jî bazaran bike li ser pabendbûn û piştgiriya xwe bi her awayekî heyî.
Herdem me hêviyên mezin hene ku Misr, dê weke berê bimîne dîwarekî asê li hember hemû hewldanên li dijî herêmê yên bi armanca pêkanîna gefan li ser ewlekariya herêmê û belavkirina ajawegeriyê, û em bawer in ku dê berdewam be li ser helwest û pabendbûna xwe li gel miletên mafperwer û rûmetxwaz.
Dilovanî ji serokê berê re be, û sersaxî ji malbata wî û gelê Misrê yê bira re
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
18.06.2019