Daxuyaniyeke Rojbamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi helkefta cejna “Akîto” ya hersal dikeve di yekê nîsanê de, pîrozbahiya Siryan û Aşûriyên Sûriyê û yên li welatên koçberiyê û penaberiyê dike, ku pêwîstiya xelkê Sûriyê bi vê rojê heye ji bo nûkirina jiyan û hêviyên xwe.
Siryanên Aşûrî li Sûriyê û li cîhanê ahingê bi sersala Babilî ya Aşûrî dikin û ligor salnameya babilî ku îro yekemîn roja sala 6767ê Babilî Aşûrî ye
Îro xelkê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dastana şoreşa xwe tomar dikin ji bo azadî û rizgariya xwe ji diktatoriyê, ew mafê ku wê pêşeroj û paşeroja wan vegerîne, ji ber ku qehremaniyê ji dîroka xwe ya dirêj distînin, bi hêviya ku ku wê paşerojeke geş were, û guman di vê yekê de tune ye.
Şikodarî ji şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
1 nîsanê 2017