Saturday, 24 November 2018 01:59

Hevbendî bi Tundî Tawankariya Terorîstî ya Terorkirina Mediyakar Raid Faris û Wêngir Himûd Cinêd Şermezar Dike

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî tawankariya terorîstî ya terorkirina çalakvanê medyayê Raîd Faris û hevalê wî yê wênegir Himûd Cinêd şermezar dike, ku ji aliyê komeke seruçavpêçayî ve li Kefr Nibl li gundewarê Idlibê hatin gulebarankirin, dema diçûn ji bo romalîna xwepêşandanên roja înê.

Vê tawanê cihekî xweştevî di dilê şoreşa sûrî de armanc kir, û bi taybetî jî ji ber pileya bajarê Kefr Nibl di wijdana xelkê Sûriyê de, wekî sembolekê ji sembolên şoreşa Sûriyê bi rêya çalakiyên xwe yên aştiyane û sivîl, û bi derbirîna pankartên xwe yên li ser daxwazên gelê sûrî bi dirêjahiya çendîn sal.

Berpirsyariya vê tawanê dikeve stûyê hevpeymaniya zordarî û terorê, ku herdu şehîd li dijî wê radiwestiyan, û bi destê wê Raîd li demeke pêştir hatibû revandin û herwiha rastî hewildaneke kuştinê hatibû, ji ber dijberiya wî li hember rêxistineke terorîzm ya bêsînor, ya ji bo revandina şoreşê û goherîna wê ji ser rêya azadiyê û dadweriyê dixebite, ew heman alî ne yên li kêleka rejîmê radiwestin, ji bo dijminatiya gelê Sûriyê û mafên wî û tevgera sivîl ya aştiyane her ji sala 2011'an ve.

Em û bi hevkariyê ligel hikûmeta demî û saziyên wê dê hemû hewldanan bikin ji bo lêgerîna kujeran û dadgehkirina wan.

Ev bûyera diltezên dê bandoreke xwe ya giran hebe di dilê her welatiyekî bişeref de, ji ber ku ziyaneke mezin e û zehmet e cihê van herdu şehîdan bête dagirtin, lê di heman demê de, me hêviyên mezin hene bi cesareta gelê Sûriyê li ser dirêjîpêdana xebatê û bilindkirina xetîra şoreşê û pabendbûna bi prensîp û rewişt û sincên wê.

Man û mezinahî ji herdû Şehîdan re, û sebir û behîdarî ji dayîk û bav û heval û hemû gelê sûrî re.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê

Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê

23 mijdar 2018

Home Agahî Hevbendî bi Tundî Tawankariya Terorîstî ya Terorkirina Mediyakar Raid Faris û Wêngir Himûd Cinêd Şermezar Dike