Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya pêşkêş dike ji bo hemû welatiyên Sûriyê û bi taybetî kurdên Sûriyê, herweha li Gelê Kurd li seranserê cîhanê, bi helkefta Cejna Newroz, cejna azadî, aştî, û rizgariya ji stem û zordariyê, ku heman armanc û daxwazên yên xelkê Sûriyê ji bo bidestveanîna wan hewldanan dikin ji neh salan ve bi riya şoreşa rûmet û azadiyê.
Têkoşîna gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhatên xwe ve, bi Kurd, Ereb, Turkmen, Aşûrî û Siryan û yên din jî wê berdewam be ji bo pêxema welatekî azad û têde mafên siyasî, civakî, çandî û olî yên hemû pêkhatiyan misoger bibe, û pirrengiya û cudahiyên xwe biparêze jî, û parastina kelepûra şaristaniyê bi erkê mirovî bipejrîne ku nabe xemsarî li hember bibe.
Îro divê hewldanên zêdetir terxan bikin ji riya rast ji ezmûn û zehmetiyên wergirin, buhayê ji bo azadî û demokrasiyê didin, û têkoşîna li dijî zordarî, teror û tundrewiyê û îdeolojiyên şaş û teng bi hemî terzên xwe ve, li bîra me tîne ku qedera me hevbeş e, û amancên me yek in, û ku têkoşîna ji bo parastina mafên hevparên welat tenê takeriya ji bo parastina mafên me.
Newroza hêviyê me hîn dike, ku zehmetî nikarin me bişkînin çi dema ku em pabend bimînin li ser prensîbên şoreşa xwe û xwe dûr bikin ji bêkarî û bêhêvîbûnê, Newroz, şansê me yê herdem nû ye ji bo zêdekirina têkoşîn û hewldanan û vegerandina ruhê serkeftinê û berdewamiyê.
Bila em Newrozê bikin sembola azadiyê û serkeftinê
Bila cejna hemî xelkê Sûriyê be.
Dilovanî ji şehîdan re, saxî ji birîndaran re, azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û Gelê xwe bi azadî û serbilindî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
20.03.2019