Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Her demjimêrek û her rojek derbas dibe bi dehan şehîd û birîndar li Xûta rojhilat dikevin bi sedema bombebarana topxane û firokên Rijêmê û dagîrkariya Rûsî.
Li çend demjimêrên borî, çend kuştar bi destê Rûsiya û Rijêmê li bajar û bajarokên Cisrîn û Seqba û Hemoriyê û Dûma û Misraba û Keferbetna û Eleşe’rî û Bêtsewa û Herista û E’rbîn û Elşofîniyê û Cober hatin pêkanîn, anku bi wê wateyê ku tevaya deverên Xûta rojhilat ya dorpêçkirî têne armanckirin, û ya xuyaye ku êrîşa hovane li ser Xûtayê tê ji bo pêkanîna armancekê ji du armancan, yan kuştina sercem xelkê Xûta yan koçberkirina wan, ku ev yek civaka navdewletî careke din têxe li hember berpirsyaretiyên wê, ji ber ku Xûta rojhilat niha rûbirûyî oparesyoneke qirkirinê li ser destê Rûsiya û Rijêmê û milîsên Îranê dibe.
Duhî roja yekşemê (4’ê adarê) 52 sivîl tevlî hin jin û zarokan li Xûta rojhilat şehîd ketin, ji wan 31 şehîd li bajarê Dûma bi tenê, û hejmara şehîdan heta danê piştî nîvro yê îro roja duşemê gihiştiye 21 şehîdî, ji wan 11 li bajarokê Cisrîn û 4 li Herista û 3 li Seqba, ku hejmara qurbaniyan her ji destpêka oparesyona leşkerî ya dawiyê li ser Xûta dorpêçkirî gihiştiye zêdetir ji 700 şehîdî.
Ji çend salan ve, bobilata xelkê Xûta Şamê ya rojhilat dest pê kiriye bi sedema dorpêçkirina li ser hatî sepandin ji aliyê çeteyên Esed û milîsên Îranê, tawaneke dijmirov e û zincîrên vê tirajadiyê berdewam li pêşiya çavê cîhanê dibe, hevdem ligel êrîşên esmanî û topbarana dirinde û hovane, ku têde firokên Rûsiya bi roleke sereke radibin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
5 adar 2018