Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî danustandinên cihê gomanê yên di navbera herdu rêxistinên terorîst Hizibulah û DAIŞ de bi beşdariya banda Esed şermezar dike, û sersomaniya xwe nîşan dide li hember bêdengiya civaka navdewletî derbarê vê yekê, û bicarekî derencamên wan danustandinan red dike.
Hevbendiya Niştimanî pêdagiriyê li ser wê yekê dike ku ev danustandin pêwendiyên mikum di navbera DAIŞ û Hizibulah ya ser bi Îranê û desthilata Bişar Esed de eşkere dike, û tekez dike ku hersê alî gunehbarin di ber belavbûna terorê di Sûriya û Libnanê de, û radigehîne ku ev rêkeftin dikeve di çarçovê piştgiriya terorê de, û asankariyan pêşkêş dike ji bo terorê berovajî biryarên encûmena ewlehiya navdewletî û NY yên her têkiliyekê û her hevkariyekê ligel rêxistinên terorîst tawanbar dike.
Lewra, Hevbendiya Niştimanî bendên vê rêkeftinê red dike, yên derbarê peydakirina kirîdorên aram ji bo çeteyên rêxistina “DAIŞ” ji bo Libnanê derkevin ber bi Sûriyê, û ji hikûmeta Libnanê daxwaz dike ku rê bigire li pêşiya veguhestina terorîstan ber bi navçeyê Sûriyê yên rizgarkirî.
Ku şermezarkirina vê girêbestê ne bitenê şermezarkirina aliyê pişkdar e, lê herwiha şermezarkirineke ji dezgehên ewlekariya Libnanê re yên beşdar bûye û rabûye bi çavdêriya vê rêkeftin û şermezarkirineke ji bo aliyên navdewletî re yên bêdeng li hember vê yekê.
Hevbendî dubare daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê dike ku bi erkên xwe rabe li hember vê serpêçiya mezin, û herwiha bi erkê xwe li hember sercem binpêkirin û tawanên dibin bi çavdêriya banda Esed û aliyên navdewletî yên piştgirên wê, û yên bi armanckirina serweriya Sûriya û mafên xelkên Sûriyê û ewlehî û seqamgeriya wan.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
28 tebax 2017