Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi bilindbûna asta êrîşa tawankarî ya li ser herêmên Idlib û Hema, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwazê ji hemû aliyên navdewletî yên kartêker dike, ko bilez bilivin û pêngavên pêdivî pêk bînin, tako nehêlin helîkopterên rêjîmê li ser bakurê Sûriyê bifirin û bermîlên teqîner bavêjin, û firokxaneyên firok jê difirin û sivîlan amanc dikin ji kar bixînin.
Hevbendî daxwaza pêşvebirina mîkanîzmeke leşkerî ya bilez dike, ji bo jiberhevxistina milîtanên tirorist yên ko rêjîm wan bi amanca kuştin û koçberkirina miletê Sûrî bikar tîne.
Bajar û bajarokên Hema yê bakur û gundewarê Idlib yê başûr û rojava û yê naverast ketine ber dijminkariyeke tawankarî û operasiyoneke leşkerî ya bûye cengeke rastî û vekirî ku hêzên rêjîmê bi piştgiriya Rûsya li dijî miletê Sûrî pê rabûne, Êrîş bi firok û helîkopter û topan li ser bajar û bajarokan pêk tên, û di çend demjimêrên bûrî de 17 kes şehîd ketine, û bi dehan birîndar bûne, ko piraniya wan jin û zarok in.
Hejmara êrîşên dawî bêtir ji 60î ye, têde mal û taxên niştecihan bi bombeyên goşeyî û bermîlên teqîner bêtir ji 50 bajar û bajarok û gundî amanc kirine.
Amancên operasiyona nû ya ko rêjîm bi piştgiriya milîtanan û firokên rûsî pêk tîne, dixwaze ko rewşekê li ser civaka navdewletî feriz bike, ko sivîlan qir dike û wan neçar dike koçber bibin û qelen deynin.
Himber wê xweragiriya alayên artêşa Sûrî ya azad e û sûrbûna şervanan li ser ku nehêlin rêjîm û hevalbendên wê li ser xakê bi pêşve biçin, tekez dike ko helwesta navdewletî ew alava çareseriyê ye, û yê li ser bijarteya leşkerî sûr be ew dê bibe sedem ku bêtir qurbanî bikevin, gerek Netewên Yekgirtî li himber tawanên rêjîmê, Rûsya û Îranê derheqê miletê Sûrî û binpêkirina peymanên navdewletî û hewildanên wan yên berdewam ji bo rê li ber çareseriya siyasî bigirin bi berpirsiyariyên xwe rabe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Ragehandin û Peywendiyan
09.Tîrmeh.2019