Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Komîta lêkokînên navdewletî ya serbixwe, îro berpirsyaretiya bombebarankirina kaniya E’în Fîcê li Wadî Bereda ya li dawiya sala bûrî xist stûyê hêzên Rijêmê, û tekez kir ku ew bombebarankirina “esmanî ya bimebest” digehêje asta tawanên şer û bû sedema birîna avê ji ser zêdetir ji pênc milyon kesî ji xelkê Şama paytext.
Têzanîn ku Rijêmê ew tawan kir ji bo derbaskirina tawaneka din ya koçberkirina xelkê Wadî Bereda û sepandina zalgeha milîsên terorîst yên Îranê li ser navçeyê, û bi mifagirtina ji perdeya siyasî û leşkerî ya Rûsiya ya ku herdem li erkên xwe wek aliyekî gerantor yê rêkeftina agirbesta li Enqera amzekirî xwedî dernakeve.
Raporta komîta lêkolînan herwiha berpirsyaretiya êrîşa ser baregeha herdemî ya Heyva Sor li bajarokekê Idlibê xist li ser milê Rijêmê yan Rûsiya û tevlî diyarkirina berpirsyaretiya Rijêmê di ber bikaranîna gaza kilorê çendîn caran li dijî bajarokên Şamê û gundewarê Idlibê.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku hêjî Rûsiya aliyekî ku perdeyan têxe li ser berdewamiya komkujiyan û koçberiya neçarî, û kar dike ji bo parastina tawankaran ji sizayan û hêjî hevpar e di ber van binpêkirin û tawanên berdewam de yên berovajî yasa navdewletî û rêkeftinên amzekirî, û li rola xwe wek aliyekî gerantor ji agirbestê re ji bo dîtina çareseriyek siyasî ya rasteqîn xwedî dernakeve.
Hevbendî daxwaza lidarxistina civîneka awarte ji encûmena asayîşê dike, ji bo gengeşekirina encamên metirsîdar yên hatîn di raporta komîta lêkolînên navdewletî de, û herwiha bi rijdiyek mezin ji hestê berpirsyaretiyê rabe, û pêwîst e siza li asta encaman bên, û herwiha daxwaz dike ku Rûsiya bi erkê xwe rabe wek endamekî herdemî yê encûmena asayîşê û herwiha wek aliyekî çavdêr ji danustandinan re û aliyekî gerantor ji Rijêmê û hevalbendên wê re.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
14 adar 2017