Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Sivîlên kampên li navçeya Badiya Sûriyê û tevlî şervanên artêşa azad di rewşek dijwar de jiyana xwe derbas dikin û bi awayekî berdewam tûşî bombebarankirina firokên Rûsiya û Rijêma tawankar tên, tevî êrîşên berdewam yên ji aliyê milîsên terorîst yên Îranê dibin.
Xelk li wan navçeyan rastî fişarin berdewam dibin ji bo koçber bibin, hevdem ku şervanên artêşa Isûd Elşerqiyê û hêzên şehîd Ehmed Ebdo rijd in li ser berdewamiya şer li dijî çeteyên Îranê û rêxistina DAIŞê ya terorîst, û parastina xelkê navçeyê ku piraniya wan koçber bûne ji ber zilm û tawanên Esed.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaza peydakirina parastina pêwîst ji sivîl û şervanan re dike, ku divê agirbest tevaya navçeyê li xwe bigire, û rawestandina gefxwarinên dibin ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsiya, û herwiha ji bo bihêzkirina pêgeha artêşa azad ji bo şervanên bikaribin li hember sercem milîsên terorîst rabin.
Hevbendî li hember vê yekê destxwwşiyê li Ordina bira dike li ser gihandina alîkariyên mirovî ji bo navçeya Badiyê û bizavên wê yên berdewam ji bo peydakirina pêdawîstiyên jiyanê bo sivîlan, hevdem tekeziyê li ser pêwendiyên bihêz di navbera herdu gelên Sûriyê û Ordinê dike, û rijdiya xwe dupat dike li ser bihêzkirina wan pêwendiyan, û amaje bi rola Ordinê dike li ser rola wê ya dabînkirina aştiyê û ewlehiyê bi awayê ku têde daxwaz û mafên gelê Sûriyê dabîn bike ji bo bidestxistina azadî û rûmet û dadperweriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
9 êlûn 2017