Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, dilgiraniya xwe li ser çarenivîsa sivîlên Baxoz li gundewarê Dêrazorê tîne ziman, ligel tirsa mezin li ser rewşa jin û zarokan bi taybetî.
Hevbendî cext li ser pêwîstiya misogerkirina parastina sivîlan bi taybetî jin û zarokan û dabînkirina pêwîstî û kelûpelên xwarin û derman û pêwîstiyên wan yên saxlemiyê dike, û armanckirin û kuştina sivîlan şermezar dike.
Reportên tên piştrast dikin ku jin û zarok di rîskek mezin de dijîn, ji ber şer û pevçûnên leşkerî yên berdewam ligel kêmbûna xizmetên saxlemiyê û nebûna kelûpelên xwarinê.
Hevbendiyê gelek caran hişyarî daye li ser metirsiyên li ser jiyana sivîlan ji ber lez û bezê heta ku digehêje sînorên arzankirina jiyana kesên bêguneh, û gelek caran tekez kiriye ku ti behane nînin eger Hevpeymaniya navnetewî bi erkên xwe li hember bûyerên kuştina sivîlan ranebe, yan jî xemsariyê di pirsa parastina wan de bike.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragehandinê
22.3.2019