Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Serbora herdu hêzên artêşa azad, hêza şehîd Ehmed Ebdo û Isûd elşerqiyê gelek baş tê dîtin li dijî rijêma Esed û rêxistina DAIŞê yên terorîst, û wan gelek şehîd dane li tevaya Sûriyê.
Li şûna bi hêzkirina rola van herdu hêzan li hember dijberiya Rijêmê û belavbûna “DAIŞ” li biyabana Sûriyê, hin aliyên herêmî û navdewletî nameyên mercdar dişînin berovajî hebûn û rol û çarenivîsa van herdu hêzan, ku hevdîtin li dewleteke dirawsê hatine encamdan û di birgên wan de pêwîstiya derxistina van herdu hêzan ligel çekên wan bo Ordinê û raguhestina malbatên wan ber bi kampa Elezreq, bi awayekî berovajî îrade û dakokiya van herdu hêzan û pêwendiyên wan ligel odeya piştgirî û şer yên li navçeyê.
Tişta ku îro dibe gelek tê nagihin, û tirsek peyda dibe ku ev yek bibe beşek ji amadekariyan û girêbestekê di navbera Rûsiya û Rijêma tawankar de li ser biyabana Sûriyê û valakirina wê ji artêşa azad.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ligel nûnerên herdu hêzan yên endam di Hevbendiyê de civiya her ji dema pêşkêşkirina wan mercan, û ligel wan pêgavên pêwîst ji bo rawestandina van rêşûnan gengeşe kirin, bi rêka têkildariyan ligel aliyên pêwendîdar bi fayilê Sûriyê di rêveberiya Amerîka de, û ligel gelek aliyên dost û hêzên artêşa azad û hêjî bizav dibin ji bo vê yekê ji aliyê Hevbendiyê ligel Ordinê û aliyên piştgir, û diyarkirina metirsiyên encam bidin ji sedema vê rewşê û derencamên wê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê raguhestina hêzên şervan yên hatine naskirin bi qehremanî û xweragiriyê bo derveyî xaka Sûriyê red dike, hevdem ku “DAiŞ” bi azadî tevdigire ber hemû rexên Sûriyê û li pêş çavê Cîhanê û bi çavdêriya heyvên destkarî yên dewletên zilhêz, herwiha Hevbendî her girêbestekê li Badiyê redvdike ku bibe li ser kîsê tekoşîna gelê Sûriyê û daxwazên wê yên rewa ji bo destbixistina azadiya xwe û dijberiya rijêma tawankar û rêxistina DAIŞ ya terorîst.
Şikodarî ji şehîdan re, û saxî ji birîndaran re, û azadî ji girtiyan re.
Bijî Sûriya û gelê xwe bi azadî û Serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Desteya siyasî
6 êlûn 2017