Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Kuştarên derheqê sivîlan li Dêra zorê peyapey li ser destê firokên navdewletî çêdibin, û di encama êrîşên berbanga pêncşembê de bi dehan kes li bajarokê Elsûsê li gundewarê Dêra Zorê şehîd ketine, piraniya wan jin û zarok in.
Komkujiya îro piştî zincîreke komkujî di rojên bûrî de çêbûye, bombebarana hevpeymanê 30 sivîl di êrîşekê de li bajarê Hecîn şehîd xistine, her weha girtiyên sivîl li zindana nêzî bajarok hatine kuştin.
Pêzanînên ko ji herêmên gundewarê Dêra zorê, yê li bin dorpêça hindirîn û ya derve bi derengî tên , di heman çaxê ko hemû xizmetên bingehîn ji wan jî yên bijîşkî nîn in, jêder dibêjin ku dora 18 kesan di bombebarana gundewarê Dêra Zorê -10 ji nav wan zarok in- şehîd ketine.
Hevbendiya Niştimanî wan operasiyonan pirotesto dike, û daxwaz dike ko êrîşên herêmên bajêr amanc dikin di cih de rawestin, û giring e vekolîn di vê kuştarê û hemû kuştarên derheqê sivîlan de bibin bibe, û divê dubare nebin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Birêveberiya Ragehandinê
15.11.2018