Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tawankariya tiroristî ya tiroristên tundrew li du mizgeftan li bajarê Kirayist Tişîrîş li New Zeland pêk anîne pirotesto dike.
Hevbendî sersaxiya malbatên qurbaniyan dike û bi taybetî malbatên Sûrî yên penaber yên ko kurên wan bi sedema êrîşa hovane jiyana xwe jidest dane, û tekez dike ko di van kêlîkên aloz de ew li rex wan in, û daxwaz dike ko parastina wan bêtir bibe.
Ev bûyera ko kuştareke mezin pêk aniye metirsiya gotara hevrikî û kînê li dijî yên din diyar dike, her weha dide zanîn ko tiroristî ol û reng û mezheb jê re nîn e, û giring e peyketina hemû îdyolociyên ko dihêlin tiroristî belav bibe bête kirin, û kar ji bo zuhakirina jêderên wan bibe, û bi taybetî ramanên milî û nijadperestî yên tundrew.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Birêveberiya Mîdya û Ragehandinê
15.03.2019