Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Roja yekşemê bi dehan şehîd û birîndar li rojhilatê welat ketin bi sedema êrîşên firokên Rûsiya li ser gundewarê Dêrazorê bi armanckirina kirîdorên çemê ferat, ku ji aliyê sivîlan dihatin bikaranîn li dema dihatin bombebarankirin.
Hevbendî vê tawanê ya dikeve li nav lîsta tawanên şer yên têne pêkanîn ji aliyê dagîkariya Rûsiya li dijî xelkê Sûriyê di dema bêkêriya navdewletî de şermezar dike, herwiha duhî 17 sivîl hatin kuştin li taxên Reqê yên çekdarên rêxistina “DAIŞ” ew wek asêgeh bikar tanîn, bi sedema êrîşên topxaneyên milîsên “QSD” û êrîşên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka.
Û raportên ji gundewarê Elbokemal li rojhilatê welat tên, amaje bi wê yekê dikin ku nêzîkî 15 girtiyan di girtîgeheka rêxistina terorîst ya DAIŞê de bûn bi êrîşên firokên Hevpeymaniya Navdewletî hatine kuştin.
Hevbendiya Niştimanî carek din êrîşên berdewam yên milîsênn”Sûriya demokrat” li ser Reqê şermezar dike, û hevdem ji civaka navdewletî daxwaz dike ku bi erkên xwe rabin li hember tawan û komkujiyên li dijî sivîlên dorpêçkirî li Reqê, û berpirsyaretiya piştgirîkirina wan milîsan têxe li ser stûyê Hevpeymaniya Navdewletî.
Û Hevbendî ketina qurbaniyên sivîl bi destê Hevpeymaniya Navdewletî şermezar dike, û daxwaza rawestandina êrîşên li ser sivîlan dike, herweha daxwaza lêpirsînek zelal li hember van êrîşan dike, ku bi awayekî ku tawanbar bigehin sizayên xwe, û ne tenê bi lêkolînan û daxuyaniyên devikî ji bo derbaskirina demê be.
Û nabe dijberiya terora DAIŞê bi rêka kuştina sivîlan bibe, û herwiha nabe bi rêka piştgirîkirina bandên Beşar Esed û milîsên terorîst yên din be, û hîç xilasî ji teror û tundrewiyê nîne heger helwesta navdewletî ji çavkaniya terorê û berpirsyarê sereke di ber belavbûna terorê de li Sûriya û navçeyê yekalî nebe.
Dubare Hevbendî helwesta xwe ya zelal ya dijî terorê û giringiya rizgarkirina Reqê û navçeyên din ji destê rêxistina DAIŞê û dagîrkaran û kirêgirtiyan dupat dike, lê hevdem tekez dike ku divê ev yek bi rêka piştgiriya artêşa azad û pabendbûn bi bêalîkirin sivîlan û parastina giyanê wan bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
11 êlûn 2017