Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pilana Amerîkî ya ji bo damezrandina hêzeke sinorî li bakur-rojhilatê Sûriyê pirotesto dike, û redkirina xwe ji her bihane û gotgotên bi hewla dirustkitina van pirojeyan radigehîne.
Hevbendî tekeziyê li ser giringiya bizavên jinavbirina terorê û dijberiya rêxistina DAIŞ’a terorîst dike, lê di heman demê de li şûna vê yekê bikaranîna rêxistinên binpêkirin û tawan li dijî xelkê Sûriyê kirine dirust nabîne, û dibîne ku nayê qebûlkirin ku ew navçeyên ji terorê hatine rizgarkirin tevlî navçeyê rêxistina PYD’ê yan her rêxistineke din a xudan ajendeyên berovajî armancên şoreşa Sûriyê yên girêdayî Rijêmê yan hêzên dagîrker bibin.
Ku derbaskirina sînorên asta mafên çareseriya siyasî yên daxwazkirî bi awayekî sûr û rijd ligel berdewamiya qedexekirina pirçekirina artêşa azad hevdem ligel piştgirêdan û pirçekirina hêzên din yên xudan pirojeyên neniştimanî û kar ji bo sepandina van pilangeriyên redkirî û nerewa, durûtiya siyasî eşkere dike, ya kar ji bo bikaranîna baredoxan bo zêdekirina arîşeyan dike, li şûna kar bête kirin li ser zêdekirina fişaran li ser Rijêmê û hevalbendên wê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî.
Hevbendî tekez dike ku sercem hewlên dibin ji bo sepandina her rengekî ji piroje û çareseriyan yên gefa parçebûna Sûriyê di wan de heye wê têkbişkin, û zêdetir wê bibin sedema aloztirkirina qeyranê û zêdebûna derdeseriya xelkê Sûriyê.
Ezmûn û serbora salên borî û xweragiriya gelê Sûriyê û pabendiya wî bi piransîpên şoreşê, hemû tekez dikin ku çi aliyek nikare çi pêgav û pirojeyekî li ser qadê li dijî vîna gelê Sûriyê cîbicî bike, ew gelê berdewam e di xebata xwe de ji bo bidestxistina azadî û rûmet û dadpereweriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
17 çilê paşî 2018