Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro li beyaniya 10’ê cehzeranê, yekser piştî borîna du rojan bi tenê li ser komkujiya hovane ya li dijî sivîlên gundewarê Idlibê ji aliyê firokên Rûsiya dagîrker, zincîreke êrîşên esmanî ji aliyê firokên rijêmê li ser bajar û bajarokên Tiftinaz û Biniş û Erîha û hin gundên Idlibê hatin pêkanîn. têde bi dehan birîndar û 14 kesên din tevlî jin û zarokan şehîd ketin.
Û nexweşxaneya Tiftinaz ya zarokan rastî heman êrîşan hat û jikar ket ji encama vê tawankariyê û bombebarana hêjî berdewam e, gundewarê Idlibê bi bermîlên teqîner ji aliyê hilîkopterên rijêmê bi awayekî bimebest û herwiha bi top û bi mûşekan tête bombebarankirin.
Tevlî rewşa zehmet û metirsîdar karê lêgerîna li qurbaniyan û hawarçûna kesên asê di nav kavilên wêrankirî de berdewam in, hevdem ligel zêdebûna hejmara şehîd û qurbaniyan.
Li hember van tawanan, niyaza rijêmê û piştevanên wê eşkere dibe li ser berdewamiya wan di pilanên kuştin û koçberkirin û qirkirina gelê Sûriyê de, yên têne pêkanîn li dijî sivîlên dikevin di çarçovê rêkeftina kêmkirina zêdegaviyan de, û lewra Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hişyariyê dide NY û konseya ewlekariya navdewletî li ser mertirsiyên vê yekê, û daxwaza bizaveke bilez ji bo bidawîkirina zêdegaviyan û dabînkirina aramî û saxî û parastina sivîlên Idlibê dike.
Hevbendiya Niştimanî dubare ji dewletên zilhêz û yên dostên gelê Sûriyê dixwaze ku bi erkê xwe rabin li hember tawanên li ser qada Sûriyayê dibin, û herwiha kar bikin ji bo bicihkirina biryarên konseya Navdewletî yên taybet bi bidawîkirina kuştinê û serbestberdana girtiyan û dabînkirina veguhestineke siyasî li ser asasê daxuyaniya Cenêv1 û biryarên konseya Ewlekariyê yên pêwendîdar.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
10 cehzeran 2018