Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi tundî daxuyaniyên nûnerê rijêma Îranê E’lî Ekber Wîlayetî û gefxwarinên li ser zarê wî hatîne şermezar dike, ku ev daxuyanî nakok e bi rêkeftina kêmkirina oparesyonên leşkerî re, û herwiha binpêkirinek e ji rêkeftinê re, û li tawanên rojane yên milîsên Îranê li dijî sivîlên Sûriyê zêde dibe.
Daxyaniyên dijminkarî yên Wîlayetî, careke din rola Îranê eşkere dike, ne wek gerantorekî, lê wek hêzeke dagîrkariyê ku di siyaseta kuştin û koçberkirin û cînosayîda netewî û mezhebî de berdewam e, û hewil dide tundrewî û terorê belav bike, û pirojeyê guhertina demografî li Sûriyê cîbecî bike.
Îran bi roleke tewerî radibe ji bo têkbirina her destpêşxeriyekê ku dibe bibe fakter bo bidawîkirina xwînrijandinê, û nikare bibe aliyekî gerantor ji bo cêbicêkirina ti rêkeftinê.
Hevbendî dubare tekez dike ku hatina çeteyên Heşda Şe’bî li nav bajarê Elbokemal yan li her bostekê din ji axa Sûriyê, ew binpêkirinek kirêt û redkirî û şermezarkirî ye ji serweriya Sûriyê re, nemaze ku Heşd beşek ji artêşa leşkerî ya hikûmeta Bexdadê ye, tevî ku tawanên şer bi destê milîsên wê berî niha li Sûriyê hatine pêkanîn.
Hevbendî careke din tekeziyê dike li ser berpirsyaretiya rijêma Esed ya serekî di ber vê ketwarê de û xistina Sûriyê li jêr sercem şêweyên hejmon û dagîrkariyê û binpêkirina serweriya welat, hevdem berpirsyaretiyên civaka navdewletî yên rawestandina tawankariyên berdewam li dijî sivîlan di bîra wê tîne.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
9 çiriya paşiyê 2017