Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, carek din bi yekcarî her pilaneka koçberkirina sivîlan ji her navçeyeke Sûriyê red û şermezar dike, û dide zanîn ku ev pilan berovajî yasa mirovî ya navdewletî û biryarên encûmena asayîşê ne, û tawanên dijemirov in, û dibîne ku rawestandina vê pilanê û pirojeyên metirsîdar yên wek wê erkên civaka navdewletî ne.
Çi alî nikare pilanên koçberkirin û guhertina demografîk bi rêka çi lîstikan re rewa bike, heger bi çavdêriya Rûsiya bibin yan jî bi pilangeriya Îranê yanjî derfetdîtina bêdengiya navdewletî ya kirêt yan li bin çi behaneyeke din be.
Her pilangeriyek, tevî ya tê binavkirin bi “Rêkeftina Kifriya- Elfû’a”, dibe beşdarîkirin di guhertina demografîk de û dikeve xizmeta pilanên rijêma Îranê de, bi rêka sepandina zalkirinê li ser navçeyên niştecîkirî û guhertina nasnameya wan ya civakî û mirovî, û ev yek merem û daxwazên Îranê yên rijd didin xuyakirin, ji bo danustandinan bitenê ligel rêxistina Elqa’îdê bike, ku ewjî pilaneke ji bo girêdana şoreşê bi terorê.
Ev pirojeyê guhertina demografîk tê wek amadekariyekê ji bo girêdana pilanên guhertina demografîk ligel hewlên beravêtîkirina çareseriya siyasî, ji bo misogerkirina mana Rijêmê li ser desthatdariya Sûriyê, û ji bo bikaranîna qada Sûriyê li demek dirêj bo hevrikî û ajendeyên xwe û ji bo berjewendiyên navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî dubare daxwaza standina biryarekê li jêr benda hefta ji aliyê encûmena asayîşê dike, ku têde sercem awayên kuştin û dorpêçkirin û koçberkirina neçarî bêne rawestandin, û hemû alî bi pabendiya rêkeftina agirbestê bên neçarkirin, û hêzên dagîrkar û milîsên terorîst ji Sûriyê derkevin, û Rijêmê neçar bike ji bo cêbicêkirina pêvajoya çareseriya siyasî.
Şikodarî ji şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
29 adara 2017