Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
15.05.2017
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawankariya koçkirina sivîlan ya bi kotekî ji Şamê pirotesto dike , ew tawankariya ko taxên Şamê yên rojhilat amanc dike ji nav wan jî taxa Berzê û ya Tişrîn û Qabûn ya ko peyapey operasiyonên koçkirina bi kotekî tê de çêbûne.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev koçkirina kotekî ya sivîlan binpêkirina yasaya navdewletî ye û tawankariyek dijî mirovantiyê ye, û tekez kir ko mafê tu aliyî nîn e ko peymanên koçkirina kotekî imze bike an rewatiyê bidê an danpêdan bike.
Hevbendiyê tekez kir ko berdewamiya koçkirina kotekî lidijî cîbicîkirina peymana Estana ye ya ji bo aramkirina rewşê ya ko di navbera aliyên dabînker de û amanca diristî ji paş an ji pêngavên an peymanên ko Rûsya û Îranê hewil didin ko piştgiriya wan bikin, tenê ew alav in ji bo bêtir kuştin û koçkirin û tawankariyan bikin û hewildaneke ji bo piştgiriya helwesta rêjîmê ya li dijî miletê ko doza azadiyê dike
Ev operasiyona koçkirina kotekî ya Şamê amanc dike piştî ko xelkên taxên Qabûn, Berzê û Tişrîn yên ko ji çend salan ve hatine dorpêçkirin û rojane bi firokên cengê û mûşekan û guleyên top û tang û çekên kîmawî ji wan jî gaza kilor û di nêv hewildana têwerdana hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî ev operasiyon hatiye.
Hevbendiya Niştimanî berpirsiyariyê dike hustê civaka navdewletî bibal siyaseta koçkirina kotekî ya berdewam dermafê sivîlan de li herêmên rojhilatê Şamê û hemû herêmên dorpêçkirî ko berdewam bi top û bombabarana asmanî ji hêla hêzên rêjîmê têne bombebaran kirin, tekez kir rêbaza bêserûber ya ko rêjîm û yên piştgirya wê dikin dişopînin , ew ji ber bêçaretiya civaka navdewletî û berdewamiya wê ko li operasiyonên koçkirinê temaşe dike û berdewam e di siyaseta kuştin û wêrankirinê de ji şeş salan ve .