Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro li danê piştî nîvro, bajarokê Circinaz li gundewarê Idlibê bi çekên giran ji aliyê milîsên rejîmê hat bombebarankirin û têde 10 sivîl di nav de zarok hatin kuştin û zêdebarî hejmarek ji birîndaran.
Topxaneya rejîmê ji binpêkirina peymana Idlibê ranewestaye her ji roja îmzekirina wê û heta vê gavê, û taxên sivîlan li bajêr û bajarokên wê di dema nimêja înê de bi dehan top û roketan hatin bombebarankirin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tawana îro bi binpêkirineke aşkere li ser biryarên Konseya Ewlekariyê û yasa navnetewî û ya peymana Cinêv, ya bi tawanbarkirina armanckirina sivîlan dibîne û tekez dikr ku ev êrîş, binpêkirinek mezin e li ser peymana navçeya tampon li Idlebê.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Rûsiyayê dike ku bi berpirsiyara xwe rabe li hemberî vê bombebaranê û li hemberî binpêkirinên berdewam yên li ser peymanê bi riya topbaranana berdewam ya ji aliyê hêzên rejîm û milîsên Îranê li deşta Idlib û Hemayê.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî cext dike li ser peymana Idlibê û giringiya parastina wê ji hewldan û binpêkirinên rêjîmê û mîlîsên Îranê yên terorîst, hevdem dûpat dike li ser giringiya hewldanên ji bo bikaranîna peymanê wek derfet ji bo pêşxistina proseya siyasî ber bi veguhestineke siyasî ya berfireh, ku Îran li beramberê wê hewla têkbirina wê û peydakirina astengiyan dike.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Agahdariyê
2 çirya paşîn 2018