Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Duhî pêncşembê di êrîşên Hevpeymana navdewletî yên li ser bajarê Elşeefa li gundewarê Dêra Zorê13 kesên sivîl piraniya wan zarok şehîd ketine. Ew êrîş ji hewildanên hevpeymana navdewletî ne ko bermayên rêkxistina Daiş li Sûriyê berî vekêşana Emerîkî bidawî bikin, ji ber wê hêzên hevpeymanê êrîşên xwe gûr kirine.
Hevbendî pirotestokirina vê komkujiyê tîne ziman û ji hemû amanckirinê ko sivîlan didin kujtin, got ew hemû behaneyên pêkanîna van komkujiyan red dike, û tekez dike ko giring e vekolîneke tekûz û giştî di hemû operasiyonên hevpeymana navdewletî de çêbibe û berpirsiyarên wan komkujiyan lêpirsîn digel wana bibe û yên ziyan li wan hatiye beraberê wê nirxê têkçûnê bigehê wan.
Divê Operasiyonên vê dema hestiyar yên ko herêmên rêkxistina Daiş hûrbîn bin neyê pejirandin ko sivîl buhayê lezkirina wan bidin ko jiyana xelkê wisa arzan dikin û gerek hevpeymana navdewletî bi hemû aliyên xwe ve berpirsiyariya tekûz ya kuştina sivîlan hilgirin.
Hevbendî rewşa tevgerên hevpeymana navdewletî li Sûriyê dişopîne û artêşa Sûrî ya azad bi hevrêzkariyê digel aliyê Tirkî pilanan dikin bo nehêlin tiştê ne li ser balê çêbibin û çi pêşveçûnên neyênî yên valahiya ko hêzên Emerîkî li pey xwe li Sûriyê bihêlin, bi taybetî gava bê hevrêzkarî çêbibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Ragehandinê
04.01.2019