Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro çarşemê (4 çiriya pêşiyê) kuştarek hovane ji aliyê firokên Rûsiya li nêzîkî bajarê Ele’şara li başûrê rohilatê Dêrazorê hat pêkanîn û têde nekêmtir ji 50 sivîlan şehîd ketin ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Zaniyariyên hatîn tekez dikin ku koçber hatine bombebaran kirin li dema li çemê feratê didan û baz didan ji bombebarankirina hovane ya berdewam ber bi navçeyên aramtir, lê cihê wan rasterast ji aliyê dagîrkariya Rûsiya li ber tava rojê hat bombebaran kirin û bû sedema ketina komkujiyekê û têde bi dehan kuştî û birîndar ketin.
Ku sivîl di navçeyekê de hatine dorpêçkirin û rojane rastî bombebarankirinê ji aliyê firokên Rûsiya û bandên Esed dibin, herwiha li ser zemînê rastî tawankariya rêxistina terorîstî ya DAIŞ dibin, hevdem ligel tinebûna rola civaka navdewletî û veşartina tawanên çend aliyan yên derheq nişteciyan de.
Dûvçûn û armanckirina koçberan bûye dîmenekî dubarekirî, ku ev komkujî hat piştî çend rojan ji armanckirina karwanekî sivîlên dorpêçkirî li gundewarê rojhilat yê Hemayê ji aliyê bandên Esed û têde 80 şehîd ketin ku piraniya wan jin û zarok bûn, tevlî birîndarbûna hejmareka mezin.
Niha bi hezaran sivîl li navçeyê libin êrîşên esmanî û bajayî dorpêçkirî ne, hevdem ligel tinebûna xizmetgozariyan û nebûna kertê saxlemiyê bi carekî, û pêwîstiya wan ya bilez bo hawarhatinê û alîkariyên xwarinê û pizîşkî.
Hevbendî vê tawana hovane şermezar dike û hevdem civaka navdewletî berpirsyar dibîne li hember berdewamiya kuştinê ya dibe ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsiya û banda Esed û milîsên Îranê ji kiryar û tawanên şer û binpêkirinên bêsînor û binpêkirina yasa navdewletî û biryarên encûmena ewlehiyê.
Hevbendî dubare daxwaz ji encûmena ewlehiya navdewletî û şanderê taybet yê NY Stîvan Dî Mestora dike bi giringiya standina rêşûnên pêwîst bo rizgarkirina sivîlan û rawestandina komkujiyan û dadgehkirina tawanbaran.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
04 çiriya pêşî 2017